Qala Denîz Bulbun kirin: Ew evîndarê Kurdistanê bû 2023-09-28 09:03:32 COLEMÊRG - Hevalên Denîz Bulbun diyar kirin ku ew bi sekna xwe ji wan re mînak bû û wî wek “evîndarek Kurdistanê bû” pênase kirin û bertek nîşanî xemsariya PDK’ê ya li hember êrişan dan.    Nûnerê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (NK) ê Hewlêrê Denîz Cevdet Bulbun, di 18'ê îlonê de li avahiya kongreyê ya li Hewlêrê di êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da. 10 roj di ser êrişê re derbas bûne lê hê jî kujerên Bulbun nehatine zevtkirin. Her wiha div ê der barê de xemsarî ango bêdengiya rayedarên Herêma Kurdistanê jî berdewam dike û tu daxuyaniyek nedane.    Li Gevera ku warê Bulbun e û cenazeyê wî lê hat veşartin, di şîna wî de nerazîbûn û hêrsa gel xwe dide nîşandan. Bulbun bi salan li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê ked da û xebatên zimanê zikmakî bi rê ve bir. Hevalên zarokatiyê yên Bulbun qala wî kirin.    ‘HER TIM LI ÇARESERIYÊ DIGERIYA’    Evliye Alkan diyar kir ku ew û Denîz Bulbun li KURDÎ-DER’ê di heman heyamê de bi hev re mamoste bûn e, ew li heman gundî mezin bûne û wiha got: “Ji ber kar û bar û xwendinê me zêde hev nedidît, lê me hev ji nêz ve nas dikir û dişopand. Denîz hevalek nefsbiçûk, bi rêxistinkirî û dilpak bû. Ne wek me bû. Li şûn şer û nîqaşan her tim dostaniyê, lihevkirinê û çareseriyê digeriya. Me zanîngeh qezenc kir û me demek dirêj hev nedît. Di sala 2012’an de vegeriya Geverê. Wê çaxê ez li KURDÎ-DER’ê bûm. Çawa ku hat Geverê di saziya ziman de bi rolek çalak rabû. Denîz ji zarokatiya xwe ve hevalek her dixwest hîn bibe û bide hînkirin. Di demên xwe yên vala de her tim helbest, pirtûk dixwend û gotûbêjan dikir.”    ‘EVÎNDARÊ KURDISTANÊ BÛ’    Alkan da zanîn ku Denîz Bulbun piştî demekê ji mamostetiyê di rêveberiya saziyê de cih girt û her qadê veguherandibû qada perwerdehiyê û wiha axivî: “Denîz hevalek pir cuda bû, ez niha behsa wî dikim jî lê gelek taybetmendiyên wî ku ez nikarim bînim ziman hene. Çi dibû bila bibûya di warê hînbûn û zanebûnê de qet xwesteka xwe nediqediya. Her tim rû li ken bû. Her tim dixwest ciwanan, zarokan hînî tiştekî bike. Ez dikarim viya pir eşkere bêjim, Denîz evîndarê Kurdistanê bû. Lewma wî dixwest her tim kurdbûn û Kurdistan li pêş bikeve. Em jî gelek tişt jê hîn bûn. Qetilkirinek wiha hovane pir bi êş e. Çimkî Denîz mamosteyê hemû Kurdistanê bû.”    Alkan anî ziman ku kesên ku pêşengiyê ji têkoşîna azadiya Kurdistanê re dikin her tim dibin hedef û got: “Piştî ku Denîz hat şehîdkirin, min carek din xwe di ber çavan re derbas kir û min soz da xwe. Denîz mirovek li dijî şer bû, lewma wî kirin hedef. Me jî soz da ku em ê li ser rêya ked û heqîqeta wî bimeşin.”    NÊZÎKATIYA WÎ LI HEMBER JINAN    Ergun Ozkesîcî ku hevalê zarokatiyê yê Bulbun e jî destnîşan kir ku Denîz ji wan re her tim kesayetek mînak bû û wiha axiv^: “Rojek malbata xwe, hevalên xwe nedîta nerehetiyek pê re çêdibû. Li gund ji bo xwişk û jinên din ên gund bixwînin çi ji destê wî dihat dikir. Wî her tim bi felsefeya ‘Heta jin azad nebe, civak azad nabe’ tevdigeriya û kir ku hemû xwişkên wî bixwînin û biçin zanîngehan. Pir girîngiyê dida ku jin bixwînin, xwe li ser pêya bigirin û bingeha vê jî li gund avêtibû.”   'RÊ NÎŞANÎ ME DA’    Ozkesîcî anî ziman ku ew ê tu carî mamosteyê xwe, hevalê xwe Denîz ji bîr nekin û wê di bîra wan de cih bigire û got: “Li her qadê ji bo me mînak bû. Her tiştê ku ji me re got kir ku rê nîşanî me bide. Têkoşîna wan ne van rojan dest pê kiribû. Bi salan bû têdikoşiya. Divê rêveberiya Herêma Kurdistanê li ser vê bûyerê bisekine. Bêdengî, xemsarî jî dibe şirîkatiya vê sûîqestê. Em ê bûyerê bişopînin û heta ku berpirsiyar werin dîtin em ê têbikoşin.”    MA / Mazlûm Engîndenîz - Rûken Polat