8 sal in nexweşiya wî nehatiye teşhîskirin: Roj bi roj dihele 2023-09-28 09:00:36 ŞIRNEX - Nexweşiya girtî Îsmaîl Tanboga roj bi roj girantir dibe. 8 sal in nexweşiya wî nayê teşhîskirin. Dayika wî Kumriye Tanboga ku li nexweşxaneyê kurê xwe dît wiha got: “Kurê min ji 60 kîloyan daketiye 30 kîloyan. Kurê min bûye hestî û maye. Ew hê zarok e, dihele dengê wî bibihîzin."    Girtiyê nexweş Îsmaîl Tanboga yê 23 salî li Girtîgeha Amedê ya Tîpa T’yê tê ragirtin. Ji ber nexweşiyê Tanboga roj bi roj dihele û ji 60 kîloyî daketiye 30 kîloyî. Tanboga li gorî temenê xwe niha di kîloya herî krîtîk de ye. Tanboga yê ku di dema qedexeya derketina derve ya li Silopiyayê de bi îdiaya "kuştina bi qestî" 4 cezayên giran ên muebedê lê hat birîn. Tanboga yê ku di temenê xwe yê 16 salî de hat girtin. Tanboga li girtîgehê bi nexweşiya mîdeyê ket û nexweşiya Tanboga 8 sal in nayê tespîtkirin. Bijîşkan diyar kiribû ku gumana nexweşiya jana zirav (werem) kiribû. Lê belê testa ku hatiye kirin paqij derketiye.   Îsmail Tanboga ji mîdeya xwe nexweş e û bi alîkariya hevalên xwe pêdiviyên xwe rojane pêk tîne. Tanboga di mehekî de sê caran ji ser hişê xwe diçe û wî radikin nexweşxaneyê.    ROJ BI ROJ ZEÎF DIBE    Dayika wî Kumriye Tanboga a ku li nexweşxaneyê kurê xwe dît, diyar kir ku ji kurê wê tenê çerm û hestî maye û wiha got: "Rewşa wî nebaş e. Ev sê hefte bûn di nexweşxanê de razandibûn. Di nexweşiya wî de tu pêşketin nîn e. Kurê min ji mamayê pêvetir tiştek din naxwe. Ev 3-4 sal in mamayê dixwe. Kurê min dema ku hat girtin zarok bû. Roj bi roj rewşa wî girantir dibe û nebaştir dibe. Ez çûm nexweşxaneyê min wî dît. Kurê min bûye hestî û maye. Kurê min biçûke, zarok e. Ez dixwazim ku bê berdan. Em jî edeletê dixwazin. Ma ev dewlete ne mirov e, ma zarokên wan nîn in? Kurê min 60 kîlo bû niha bûye 30 kîlo. Ma edelet nema ye? Em tedawiyek baş lê bikin bila bê berdan. Dibe ku rewşa wî baş bibe. Zarokên me di destê wan de, di jêrzemînên girtîgehan de ji bêxwedîtiyê dimirin. Kezeba me dişewite. Kurê min guneh e ez dixwazim ku kurê min bidin min. Ez ji rewşa kurê xwe bi fikar im.”    'KURÊ MIN BÛYE HESTÎ Û MAYE’    Tanboga anî ziman ku kurê wê rojên xwe yên herî xetere derbas dike û wiha domand: "Girtîgeh beriya niha bi hefteyekê li min geriya û ji min re got, ‘haya we jê hebe kurê we ji ser hişê xwe çûye û me rakiriye nexweşxaneyê'. Piştî ku min ev agahî stand ez çûm Amedê. Zehmetî ji me re derxistin û nehiştin ku ez bibînim. Heta ku destûr dan ku ez kurê xwe bibînim. Min kurê xwe dît, tenê hestî mabû. Ma ev edelet e? Kurê min di qawîşa sê kesan de dimîne. Bi rêya hevalên xwe pêdiviyên xwe pêk tîne. Hevalên wî radikin û datînin. Hevalên wî dermanên wî didinê, mamaya wî hevalên wî didinê. Heke ku ew hevalên wî jî li wir nebin niha miribû. Di vê mehê de sê car rakirine nexweşxaneyê. Carekî du rojan di nexweşxaneyê de razandine, carekî heftiyekî, carekî jî du hefteyan. Em jî bi wî re perîşan in. Ji ber ku rewşa kurê min her tim ji min re mereq e, ez bi xwe jî her tim nexweşim û nexweşî li min peyda bûne. Çavê min li telefonê ye, li benda telefona kurê xwe me. Ev du roj in ez jê agahî nastînim. Di van du rojan de nizanim ku dijîm yan na."   'DENGÊ KURÊ MIN BIBIHÎZIN'   Kumriye Tanboga xwest ku dengê kurê wê bê bihîstîn û ev bang li saziyên mafê mirovan kir: “Banga min li sazî û rêxistinên mafê mirovan e; bila li rewşa kurê min bipirsin. Kurê min zarok e, nexweş e. Hê ku dereng nebûye bila dengê me bibihîzin. Rewla kurê min agir bi dilê min xist. Ez nizanim şev û roj çawa li me derbas dibe. Ez nizanim em çi bikin? Her tim dibêjin, ‘tişteke wî tune ye'. Heke ku tişteke wî tune be çima wisa roj bi roj dihele?"    MA / Zeynep Durgut