ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2023'YAN 2023-09-28 09:00:15     * Hevserokê PYD’ê Salih Muslim bal kişand ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Komplo bi dîlgirtinê dest pê kir û bi azadiya Rêber Apo dikare bi dawî bibe.”    * Nexweşiya girtî Îsmaîl Tanboga roj bi roj girantir dibe. 8 sal in nexweşiya wî nayê teşhîskirin. Dayika wî Kumriye Tanboga ku li nexweşxaneyê kurê xwe dît wiha got: “Kurê min ji 60 kîloyan daketiye 30 kîloyan. Kurê min bûye hestî û maye. Ew hê zarok e, dihele dengê wî bibihîzin."   * Di ser qetilkirina Ceylan Onkol a 12 salî re 14 sal derbas bûn. Kiryarên Ceylanê hê jî nehatine dîtin, lê piştî wê herî kêm 228 zarok bi heman "çarenûsê" re rû bi rû man.    * ARÎ-DER bi kargehan xebatên xwe yên ji bo perwerdehiya ziman didomîne. Îsal dê 30 kes ji kargeha mamostetiyê mezûn bibin.    * Aktivîsta TJA'yê Rûken Zeryam Işik Yildiz diyar kir ku dê bi kampanyaya “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” rêxistinkirina xwe xurt bikin û got: "Em ê bibin bersiva tecrîdê, qirkirina jinan û xwezayê, destdirêjiya li zarokan, bêhiqûqîtiyên li girtîgehan û gelek pirsgirêkên din."    * Siyasetmedar Nûrsel Aydogan diyar kir ku li Tirkiyeyê di serî de meseleya kurd navnîşana çareseriya hemû pirsgirêkan Îmralî ye û got: "Ger deriyên Îmraliyê vebin, dê deriyên serdemeke nû jî vebin."    * Hevalên Denîz Bulbun diyar kirin ku ew bi sekna xwe ji wan re mînak bû û wî wek “evîndarek Kurdistanê bû” pênase kirin û bertek nîşanî xemsariya PDK’ê ya li hember êrişan dan.    * Pêşangeha “Di Tariyê de Tîqetîq” ku hêmayên azadiyê yên girtiyên siyasî û wênekêşên ji erdnîgariyên cuda tîna ba hev, li Karşi Sanatê li benda ziyaretvanan e.    * Danişîna doza bi kûçikan îşkencekirina aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Çetîn dê li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * 8'emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmed dê di roja duyemîn de bidome. (13.00-19.00)   * Partiya Çepên Kesk, TJA, MATUHAY-DER û ANYAKAY-DER dê li Sancaktepe ya Stenbolê bi malbatan re bicive. (19.00)   * Li Dêra Azîz Vukolos a navçeya Konak a Îzmîrê dê konsera dengbêjan bê lidarxistin. (20.00)