Cenazeyê Akman hat definkirin 2023-09-27 22:06:19   MÊRDÎN – Cenazeyê Mazlûm Akman ê li Gabarê di bombebaranê de jiyana xwe ji dest da û piştî 10 mehan radestî malabata wî hat kirin, li gundê Barmanê hat definkirin.    Cenazeyê Mazlûm Akman (Fedekar Hêlîn) ku di 2'yê Kanûna 2022'yan de li herêma Gabarê ya Şirnexê tevî 3 hevalên xwe yên HPG'î di bombeberanê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 10 mehan radestî malbata wî hat kirin. Çendî malbatê ji bo DNA'yê xwîn dabû jî, cenaze bêyî haya malbatê jê çêbibe li Goristana Bêkesan hatibû definkirin. Piştî encama DNA'yê eşkere bû, malbat ji navçeya Stewrê ya Mêrdînê hat Şirnexê. Piştî kar û barên li dozgeriyê, malbatê cenaze ji goristanê derxist û bir gundê Barmanê yê Stewrê.    Malbatê bid erfetên xwe wesayîta cenaze peyde kir û cenazeyê Akman anî Mêrdînê. Cenaze li gundê Barmanê ji aliyê girseyeke qelebalix ve hat pêşwazîkirin. Paşê piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Akman ji aliyê bi sedan kesî ve hat definkirin.