Li Geverê liv û tevgera leşkerî 2023-09-27 15:33:16 COLEMÊRG - Gelek tank sewqî navçeya Geverê hatin kirin.    Gelek wesayîtên zirxî, tank û leşker sewqî navçeya Gever a Colemêrgê ya li ser Herêma Kurdistana Federe hatin kirin. Tank, birin Fermandariya Cendermeyan a Navçeyê. Tê diyarkiri ku tankên ku ji bajarên cuda anîne dê ji bo êrişên li herêma Zapê bên bikaranîn.