4 sal û 2 meh ceza li Selma Irmak hat birîn 2023-09-27 14:21:04 AMED - Dadgehê bi îdiayên “heqareta li Serokkomar” û “biçûkxistina hikûmetê” 4 sal û 2 meh cezayê hepsê li siyasetmedar Selma Irmak birî.    Derbarê parlamentera HDP’ê ya berê Selma Irmak de ji ber axaftinek wê ya di sala 2015’an de li televizyonekê kiribû, hatibû vekirin. Irmak têkildarî qetilkirina Haci Bîrlîk Lokman, Ekîn Wan, Abulazîz Yûral, Şeyhmus Dursun û rûxandina goristanan axivîbû. Bi îdiaya ku Imrak “Heqaret li Serokkomar kiriye” û “hikûmeta Tirkiyeyê biçûk xistiye” doz hatibû vekirin. Danişîna biryara dozê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê hat lidarxistin. Selma Irmak beşdarî danişînê nebû û parêzerê wê Racî Bîlîcî di danişînê de amade bû.    Dozger mutalaya xwe ya ku ceza dixwaze dubare kir.    Bîlîcî parastina miwekîla xwe kir û xwest miwekîla wî bê beraetkirin. Tevî vê daxwazê jî dadgehê ceza li Irmak birî.     Dadgehê ji îdiaya “biçûkxistina hikûmetê” salek û 3 meh û ji îdiaya “heqareta li serokkomar” jî 2 sal û 11 meh ceza li Irmak birî.