Tevî îfadeyên zarok jî faîlê tacîza zayendî beraet kir 2023-09-27 14:08:59 ŞIRNEX - Kesê bi navê Kadîr M. ku li Silopiyayê bi awayekî sîstematîk li dijî zarokeke 8 salî tacîza zayendî kiribû, tevî îfadeyên zarokê jî beraet kir.    Ji ber “îstîsmara zayendî ya biwesf” a di sala 2021’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê li dijî zaroka 8 salî kiribû, derheqê Kadîr M. (52) de doz hatibû vekirin. Danişîna duyemîn a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hate lidarxistin.    Parêzerên zarok, Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz, parêzerê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî, Parlamentera Partiya Çepên Kesk Newroz Uysal Aslan, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Cizîrê û Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê jî di danişînê de amade bûn. Bersûc Kadîr M. ku bi awayekî negirtî tê darizandin û parêzerê wî jî di danşînê de amade bûn.    Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî daxwaza mudaxilbûna dosyayê ya Baroya Şirnexê hate redkirin.    Di danişînê de ji ewil parêzerê bersûc Îsmaîl Bîlen axivî. Bîlen, zarok û malbata wî hedef nîşan da, îdia kir ku bûyer ji ber stûnên ceyranê qewimî ye û sedema wê rageşiya di navbera malbatan de ye. Piştre jî dozger mutalaaya xwe da û xwest ku bersûc were cezakirin.     ‘DIVÊ FAÎL WERE CEZAKIRIN’    Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz jî parastin kir û ev tişt anî ziman: “Nayê qebûlkirin ku bersûc bi awayekî negirtî were darizandin. Dosyayên îstîsmarê yên bi vî rengî di nava civakê de birîneke xedar in. Weke Baroya Şirnexê em zehmetiyan dikişînin ku bûyerên wiha derxînin holê. Bersûcê ku ev sûc kirî û mexdûr ji vê herêmê ne lewma dibe sedema tunekirina delîlan û nixûmandina bûyerê. Dema di bûyerên wiha de ceza neyên dayîn, civak jî di rewşên wiha de bêdeng dimîne. Divê li gorî qanûnan ceza bên dayîn. Nayê qebûlkirin ku bersûc tenê yek rojê jî di girtîgehê de nema ye. Divê delîlên heyî û sûc berçav bên girtin û bersûc were cezakirin.”    Piştre jî parêzerê zarok û Hevserokê ÎHD’a Şirnexê Haşîm Togurlu axivî. Togurlu got ku di dosyayê de tu hêmayên kêm nînin û wiha got: “Bersûc bi awayekî negirtî tê darizandin û li kolanan bi rehetî digere. Ev yek dê bibe sedem ku sûcên nû bike. Diviya bersûc niha ne li vê derê lê di girtîgehê de bûya. Darizandina negirtî wijdanî nîne.” Parêzerê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî jî xwest ku bersûc were girtin.    Herî dawî jî bersûc Kadîr M. axivî û îdia kir ku îftîra li wî tê kirin û zarok û malbata wê hedef girt.    BERAET KIR    Piştî parastinan, şandeya dadgehê navber da. Piştî biryarê, şandeyê bi îdiaya îfadeyên hevnegirtî û nebûna delîlên şênber, derheqê bersûc de biryara beraetê da.    Parêzerên zaroka mexdûr C.E.’yê diyar kirin ku dê li dijî biryarê îtîrazê bikin û dosyayê bibin Dadgeha Îstînafê.