Di doza ‘tacîza zayendî ya li dijî zarok’ de daxwaza girtinê 2023-09-27 13:48:58 RIHA -  Kesê bi navê M.S. li Wêranşarê “tacîza zayendî ya sîstematîk” li zaroka 10 salî S.S. kiribû. Dozger, di mutalaaya xwe de xwest bersûc M.S. were girtin.    Kesê bi navê M.S. li Wêranşar a Rihayê “tacîza zayendî ya sîstematîk” li zaroka 10 salî S.S. kiribû. Derheqê bersûc de doz hatibû vekirin û Serdozgeriya Komarê ya Wêranşarê mutalaaya xwe da Dadgeha Cezayên Giran a Wêranşarê. Di mutalaayê de hat gotin ku sûc bi awayekî sîstematîk hatiye kirin û dozger xwest ku li gorî TCK 103’yê (Di sûcê îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan de ji heşt salan heta 15 salan cezayê girtîgehê tê dayîn) ceza li bersûc were birîn û ji ber îxtîmala ku piştî darizandinê were girtin, biryara girtinê were dayîn.    Danişîna sêyemîn a dozê dê di 6’ê cotmeha 2023’yan de li Dadgeha Cezayên Giran a Wêranşarê bê lidarxistin.