Partiya Çepên Kesk: Pereyên ji bo erdhejê hatin komkirin li ku ne? 2023-09-27 11:08:08 ENQERE - Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên çavdêriyên xwe yên li herêma erdhejê ragihandin diyar kirin ku pirsgirêk weke roja ewil li cihê xwe disekinin û ev pirs kirin: “Pereyên têklidarî erdhejê ji baceyan hatin komkirin ber bi ku ve diçin?”   Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin têkildarî serdana xwe ya li herêmên erdhejê ya di navbera 18 û 21 îlonê de kirin li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna çapemeniyê li dar xist.    Ûçar a ewilî di civînê de axivî, diyar kir ku xwestin pirsgirêkên di dema serdana xwe de dîtina parve bikin û wiha got: “Bi giştî mejiyê desthilatan ne li ser serdema beriya erdhejê ye, lê li ser tiştên piştî erdhejê, yanî piştî karesatê çi bikine. Ya ku em dibînin ew e ku desthilatê derfetên dewletê li wir veguherandiye malzemeyeke hilbijartinê.”   SOZÊN DI DEMA HILBIJARTINÊ DE HATIN DAYÎN HATIN JI BÎR KIRIN    Ûçar, anî ziman ku desthilata beriya hilbijartinê soz dan mexdûrên erdhejê tevî 7 meh derbas bûne jî tu sozên xwe negirtine û wiha berdewam kir: “Li herêma erdhejê êş hêj gelek nû ne û em bûn şahid ku tiştên diviyabû bên kirin jî nehatine kirin. Dixwazim têkildarî tabloya heyî çend tiştan bêjim; Mirov hêj di konteyniran de ne, li hin gundan konteynir nînin, di konan de dijîn. AFAD’ê weke ku konteynir bi awayekî adilane belavnekirine, pêdiviyên mîna serşok û tuwaletê yên ku konteynir negirtine jî bi cih neanîye.”   BERGIRIYA ZIVISTANÊ NEGIRTINE   Ûçar, anî ziman ku tu bergiriyên mexdûrên erdhejê yên ji bo zivistanê nînin û wiha lê zêde kir: “Mirov fatoreyên gelek giran didn. Mixabin fatoreyên ceyranê yên mirovên li herêma erdhejê dijîn yên 200-300 lîre xwe li hezar lîreyî daye. Bi taybetî cotkar di mijara berhemên xwe de hem ji aliyê firotinê hem jî veguherandina pereyi zehmetiyên gelek zêde dikişinin.” Ûçar, diyar kir ku têkildarî mijarê rojeva avakirina komîsyoneke li Meclisê were avakirin peywîreke lezgîn e û wiha got: “Weke Partiya Çepên Kesk, çawa ku me di roja destpêkê de li herêma erdhejê piştevaniyek ava kir, em ê ji niha û pê ve jî di rewşeke wisa de bin ku birînan bipêçin û ji niha û pê ve jî ji bo mezinbûn û pêşvebirina vê piştgiriyê çi ji destê me tê bikin.”   ‘DIVÊ RÊZIKNAMEYA ERDHEJÊ BÊ GUHERTIN’    Akin ê pişt re jî axivî, diyar kir ku li herêmên erdhejê pêvajoyên ku dilê mirovan bişewîtin hêj didomin û wiha got: “Ji ber ku vê Meclisê kombûna awarte ya ji bo erdhejê qebûl nekir, em hemû wekîlan û partiyên siyasî rexne dikin. Erdhejê jiyana mirovan bi awayekî cidî bandor kir. Erdhejeke bandor li nêzîkî 15 milyon mirovan kir heye. Dewleta tirk herêmeke erdhejê ye, sibê li Stenbolê erdhej çêbibe ne diyar e dê çi biqewime. Bi awayekî fîîlî û hiqûqî ev yek pêk nayê. Weke hûn dibînin rêziknameya erdhejê weke berê didome. Li gorî rêziknameya piştî sala 99’an hatiye çêkirin înşaet tên çêkirin. Niha înşaetên TOKÎ û AFAD’ê li gorî vê rêziknameyê çêkirin di bin rîskê de ne. Heta ku rêziknameya înşaetê neyê guhertin her înşaeta tê çêkirin bi pirsgirêke û dîsa dibe ku ji mirovên me re bibin gor.”   74 BIJÎŞK HATINE XWESTIN LÊ TENÊ 6 BIJÎŞKAN SERLÊDAN KIRIYE    Bi domdarî Akin anî ziman ku li herêmên erdhejê jiyaneke mirovane tune ye û wiha pê de çû: “Xelk, hewl dide bi derfetên xwe li ser pêyan bimîne. Kesên di kirê de gelek mexdûr dibin. Hinek herêmên Semsûrê tên îxmalkirin. Xelk, pirsgirêka av û ceyranê dijî. Her wiha fatûreyên ceyran û avê heta niha derdora 300-400 lîre bûn lê niha hezar lîreyan derbas dikin. Li hêla din tu piştgiriyê nadin mamoste, memûrên tenduristiyê û xebatkarên li herêmê. Pratîka li wir tu cudahiya xwe ji pratîka OHAL’ê nînin. Memûrên li Enqereyê çi wergirin, ew jî wê werdigirin. Niha li Hatayê 72 navendên tenduristiyê hilweşiyan e. Nêzî milyoneke mirovan li wir dijî. Lê li heman cihî, rêjeya xebatkarên xizmetên tenduristiyê didin daketiye ji sedî yekê. Her wiha bijîşk naçin wê derê. Ji bo Hatayê daxwaza 74 bijîşkan hatiye kirin lê tenê 6 bijîşkan serî lê daye. Çima naçin wê derê? Ji ber ku şert û mercên jiyanê li wir pir zor in, piştgirî nayê kirin û mimkin nîne bi mûçeyên xwe bikarin li wir di kirê de yan jî di konteyniran de bimînin. Bi kurtasî, piştî erdhejê ew der terkî halê xwe hatiye kirin.”   TENDURISTÎ PIRSGIRÊKA HEVPAR E    Di berdewamê de Akin got ku pirsgirêka hevpar a Semsûr, Mereş û Hatayê tenduristî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bijîşkê li Hatayê gotî ev e; ‘me digot qey ji ber asbestê tenê penceşêra pişikê çêdibe lê girêdayî asbestê 80 nexweşî çêdibin.’ Weke mînak; bi awayekî cidî wêne nîşan dan û me jî kesên pirsgirêkên tenduristiyê dijîn dîtin. Di dest û lingên welatiyan de birîn hebûn û ev birîn roj bi roj mezintir dibin. Ev birîn jî rê li ber birînan vedikin. Bijîşkî got; ‘heke ev şert û merc wiha berdewam bikin, dê xetereyeke mezin li ser jiyana kesên mayî jî çêbibe.’ Em li vir bang dikin; mezintirîn çavkaniya dahata Meletiyê mişmiş e. Kuçtina vê debarê dibe sedem ku wê derê terk bikin. ji bo hilberandina mişmişê divê avdanî hebe û divê pergala avdaniyê bikeve meriyetê.    CIHÊKARÎ HERÎ ZÊDE LI HATAYÊ TÊ KIRIN    Di çavdêriyê xwe yên li Hatayê de me ev fêm kir; bajarê birînên wî herî zêde xedar Hatay e û cihêkariyeke mezin li dijî wan hatiye kirin. Ji bo guherandina avadaniya çandî ya Hatayê hema hema biryarên taybet hatine dayîn. Ji ber ku tu tiştek nehatiye kirin. Weke Mînak; li Dîlokê çêkirina avahiyan dest pê kiriye û tê gotin ku derdora 13 hezar avahî tên çêkirin. Lê belê li Hatayê tenê avahiyek jî nehatiye çêkirin. Hewl didin li Hatayê îstîmlaqê bikin. Xelk, têkildarî mijara zeytînê de têdikoşe. Bi awayekî xwezayî heta binesaziya Hatayê neyê sererastkirin, mimkin nîne ku xebatên etûtê bên meşandin. Di vê mijarê de hewceye sazî û ji hêla zanistî jî ve jî endezyar, avahîsaz, tenduristvan û perwerdekar çareseriyan pêş bixin.    Divê hemû pêdiviyên jiyanî yên weke ceyran, av û hwd. ên xelkê me yê Hatayê bên pêşwazîkirin. Ev yek, peywireke cemaweriyê yê dewletê ye û divê pêk bîne. Hewceya piştgiriyê bide wê derê. Divê demek beriya demekî avahî bên çêkirin. Hewceya xizmetên tenduristiyê bi awayekî lezgîn bên domandin. Di vê mijarê de banga me ji bo Wezareta Tenduristiyê ew e ku peywira xwe pêk bîne. Mirov, têkoşîna jiyanê didin. Bi taybet jî divê Wezareta Çandinî û Daristanan piştgiriyê bide vê têkoşînê. OHAL hatiye ragihandin. Îktîdara ku pêdiviyên OHAL’ê pêk nayîne, divê piştgiriyê bide.    PEREYÊN HATINE KOMKIRIN LI KU NE?    Ya herî girîng ev e; gelo pereyên civakê ji bo erdhejê dabûn û yên ji bacên wan hatine berhevkirin bi ku de diçin? Weke ku tê zanîn hem di qada neteweyî hem jî ya navneteweyî de piştgiriyeke mezin hate kirin. Ev alîkarî di mijara erdhejê de çawa tên bikaranîn? Gelê me van pirsan dike. Em jî gotinên wan bi we re parve dikin. Bi vê wesîleyê em careke din dibêjin ku em ê mijara erdhejê ji nêz ve bişopînin û bi hev re têbikoşin. Banga me ji bo tevahiya welatiyên me ew e ku di vê mijarê de bihestiyar tevbigerin û banga me ya ji bo rayedaran jî ew e ku bi berpirsyartî tevbigerin.”