Pirtûka wî bi hinceta ‘tê lêkolînkirin’ nadinê 2023-09-27 11:36:38 ÊLIH - Îsa Kaya yê girtî pirtûkek nivîsandî ye. 3 meh in bi hinceta pirtûk “tê lêkolînkirin” nadin Îsa Kaya.    Îsa Kaya li Girtîgeha Kayseriyê ya Tîpa T’yê t3e ragirtin. Di meha gulanê de pirtûka wî ya roman a bi navê “Mîrxas” ji Weşanên Aryenê der çû. Hat zanîn ku bi mehane pirtûka Kaya nadinê. Pirtûka ku bi bernavkê Arjen Erez hatiye çapkirin, di 12’ê hezîranê de bi rêya kargoyê jê re şandin girtîgehê. Îsa Kaya di 23’yê îlonê de bi rêya telefonê ji malbata xwe re ragihand ku hê jî pirtûka wî negihîştiye ber destê wî. Kaya anî ziman ku bi mehane ew pirtûkê ji rêveberiya girtîgehê dipirse û rêveberî bi hinceta ku pirtûk “tê lêkolînkirin” nadinê.    PIRTÛKEK 3 MEH IN TÊ ‘LÊKOLÎNKIRIN’    Xwişka Kaya, Nahîde Bîngol diyar kir ku pirtûk ji 424 rûpelan pêk tê û bi mehane hê jî “lêkolîna” wê neqediyaye û xwest dawî li vê bêhiqûqiyê bê anîn. Bîngol wiha got: “Pirtûka ku kekê min nivîsandiye, nahêlin ku bihîje ber destên wî. Ev hiqûqek çawa ye? Hincetek beredayî nîşan didin. Gelo ev ji sê mehan zêdetir e lêkolînek çawa li ser pirtûkê dikin? Roman jî qala tiştên bi serê ciwanekî ve hatiye, vedibêje. Bûyer li Erzirom û Stenbolê derbas dibe. Jixwe di nav 4 dîwaran de ye. Girtiyên me bi her cure neheqiyê re rû bi rû dimînin. Ji bo ev neheqî bi dawî bibin divê her kes hestiyar tevbigere.”   ÎSA KAYA KÎ YE?    Îsa Kaya ji navçeya Tatosê ya Erzirom3e ye. Di sala 1998’an de ji ber xebatên xwe yên siyasî tê binçavkirin û paşê tê girtin. Darizandina wî 10 salan berdewam kiriye. Paşê jî cezayê muebedê lê tê birîn. Demek di Girtîgeha Edîrneyê de dimîne. Piştre jî sewqî Girtîgeha Kayseriyê ya Tîpa T’yê tê kirin. Kaya hê jî li Gitîgeha Kayseriyê tê ragirtin.