Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin 2023-09-27 10:41:13   MÊRDÎN - Li Qoserê di serdegirtinên malan de herî kêm 2 kes hatin binçavkirin.     Li navçeya Qoser a Mêrdînê polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girtin û herî kêm 2 ciwan binçav kirin. Ciwan birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr.    HERÎ KÊM 3 KES HATIN BERDAN     Li aliyê din duh li navçeya Stewrê jî leşkeran bi ser malan de girtibûn û 3 kes binçavkiribûn, her 3 kes piştî kirariyên li qereqolê hatin berdan.