Rêwiyê heqîqetê û welatê xwe: Seyîd Evran 2023-09-27 09:01:06 RIHA - Rojnameger û kedkarê Çapemeniya Azad Seyîd Evran ku bi rojnameya Ozgur Ulke dest bi rêwîtiya heqîqetê kir 30 sal  bênavber li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat li ser şopa heqîqetê ket pey lêkolîn û derd û kulên kurdan.    Rojnameger û Kêdkarê Çapemeniya Seyîd Mahmût Evran di 22'yê îlonê de li nexweşxaneyek Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji ber krîza dil lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Seyîd Evran ku 30 salên xwe li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat di têkoşîna azadiyê, lêgerîna heqîqetê û ragihandina rastiyan de derbas kirin, di demekê dirêj bû nexweşiya dil lê peyda bûbû û 2 caran jî ameliyat bûbû ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. Seyîd Evran ku yek jî kedkarê Çapemeniya Azad bû 30 sal bênavber li çar aliyên Kurdistanê têkoşîna heqîqete da.    Seyîd Evran di sala 1969'an de li navçeya Hênê ya Amedê ji dayik dibe û hê temenê zarokiyê rastiya welatê xwe jî hîn dibe. Zarokiya wî rastî darbeya 12'ê Îlonê tê û ev jî bi temenê biçûk şahidiya hovitiya wê deme dike. Evran ku darbeya 12'ê Îlonê weke dizîna zarokiya xwe pênase dike, beriya jiyana xwe ji dest bide darbeya 12'ê Îlonê û bandora wê ya li ser xwe wiha şîrove kiribû, "Her cara ku ev meh tê ez xemgîn dibim, hêrs dibim û bi bertek dibim. Ji ber ku ev meh meha xemgîniyê ye. Yanî meha yekem a payîzê, demsala payîz û xemgîniyê ye. Ji ber ku 43 sal berê rojek weke îro, dema em hîn zarok bûn, derbeyeke leşkerî hat kirin ku hinekan ji me jî nedizanîn ew çi ye. Cûntayeke faşîst hat ser desthilatdariyê. Wê cûntaya faşîst û darbeya leşkerî ya faşîstzarokatiya me dizî, ciwanên me wêran kir û seqet kir. Bi cûntaya leşkerî ya faşîst û derbeyên wê xwestin serdemek û çend nifşan hilweşînin. Hin ji wan di hundirê wê tekerê de tirsiyan, xwe xwar kirin û xwe paşve kişandin. Lê hinek ji wan bi awayekî pir radîkal li dijî wan serî hildan û têkoşîn berdewam kir.”   Evran jî di nava yên ku li dijî zordarî û hovitiyê serî hildan de bû. Ji ber ku wî tenê ji hovitiya 12'ê Îlonê re şahidî nekir, di heman deme de berxwedana li dijî hovitiyê û têkoşîna bi hempa ya li hemberî wê re jî şahidî kir. Evran, yên ku li dijî zilm û zordariyê gotin, 'Em jiyana bi qasî ku ji bo wê bimirin hez dikin' û agir bi laşê xwe dan nas kirin. Bi nasîna wan re jî Tevgera Azadî ya Kurd nas kir. Bi naskirina Tevgera Azadî ya Kurd re jiyana wî jî bû têkoşîn, heta dawiya emrê wî.   HEVNASÎNA WÎ Û GURBETELÎ ERSOZ   Evran ku zarokiya xwe bi hovitiya darbeya 12'ê Îlonê derbas kir, ket temenekî civantiyê. Lê zilma li pişt 12'ê Îlonê ma, bi heman awayî di salên 90'î de jî bi şewitandina gundan û faîl nediyar ve berdewam dikir. Dewletê bi hemû hêza xwe dixwast Kurdistanê talan bike. Evran jî bi temenê civantiyê şahidiya van hovitiyan jî kir. Di van salan de bi Zanîngeha Çukurovayê qezenc kir û ji Kurdistanê veqetiya û berê xwe da zanîngehê. Zanîngeha Çukurova di heman deme de bû destpêka rêwîtiya wî ya heqîqetê jî. Di zanîngeha Çukurovayê de Gurbetelî Ersoz ku yekem Mudura Karê Nivîsan a jin bû nas kir û bi nasîna Gurbetelî Ersoz re rêwîtiya wî ya ku wê 30 salan bidomiya dest pê kir.    'BOMBE KIRINA ROJNAMEYÊ'   Evran di sala 1994'an de li Rojnameya Ozgur Ulke dest bi rojnamegeriyê kir. Salên 90'î ku salên dijwar bûn tevî girtin û kuştinê jî Evran û hevrêyên wî têkoşîna heqîqetê didan. Dîsa wan salan di 3'yê kanûna 1994'an de Navenda Ozgur Ulke ya Stenbol û buroyên we yên Enqerê û Amedê di heman wextê de hatin bombekirin. Wê demê Evran jî weke berpirsê karên nivîsan li navenda rojnameyê bû. Evran ji bombebaranê difilite, tiştek pê nebû lê 23 hevalên wî birîndar bûn û xebatkarê rojnameyê Ersîn Yildiz jî jiyana xwe ji dest da. Tevî ku gelek delîl hebûn ku ev teqîn ji aliyê dewletê ve pêk hatiyê jî tu kes nehat girtin. Ev bombekirin jî weke her komkujiyên li Kurdistanê kujer nediyar ma. Lê wê bombekirinê nekarî pêşî li têkoşîna heqîqetê ya Evran û hevalên wî bigre. Israra heqîqetê ya Evran hê mezin bû û bi wê israrê di sala 1995'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê.    LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ RÊWITIYA HEQÎQETÊ   Li çiyayên Kurdistanê êdî rêwîtî û têkoşîna wî ya heqîqetê dest pê dikir. Evran derbarê rewitiya xwe ya çiyayên Kurdistanê ku heqîqeta şoreşê û berxwedanê ne de wiha dibêjê: "Kurdên çiyayî. Çiyayê kurdan her mirovek xwedî gelek çirok in. Tenê çirokek nikarê wan pênase bike. Li van çiyayan meriv dikarê tenê saniyeke bike jiyaneke. Hevalek tê diçe û bi salan venagerê. Ji ber ku li vir şer heye." Evran dibêje li çiyayên kurdan her mirovek xwedî gelek çîrok in û çîroka xwe jî ji wan çîrokan zêde dike. Evran ku rêwiyê heqîqete ye, heqîqeta xwe û welatê xwe jî li çiyayên welatê xwe digere. Jiyana gerîlayên PKK'ê dinivîse, der barê çîrok ango serpêhatiyên wan de pirtûkan dinivisîne. Di vî warî de yek jî pirtûka wî, 'Rêwîtiya ber bi qeraxê jiyanê ve' komî ser hev dike. Evran rêwîtiya xwe ya heqîqetê ne tenê bi Kurdistanê ve sînorkirî dihelê û ji bo lêkolînkirina rastiya gelê xwe berê xwe dide Ermenistan û Rûsya ku kurd li wir jî dijîn.    BERÊ XWE DA ROJAVA   Piştî şerê navxweyî yê Suriyeyê û rojavayê Kurdistanê, gelek hezên paramilîter û çeteyên weke DAIŞ'ê li Rojava û Suriyeyê belav dibin. Her wiha planên hezên hegemon jî li ser Rojava û Suriyeyê hebûn. Di nav van geşedanan de dilê kurdan ku welatê wan di nav çar dewletan de hatiye dabeşkirin li Rojava bû. Roja kurdan ku dihat xwestin bê tarîkirin bi şewqa xwe tîrêj dabû. Evran jî di van geşedanan de di sala 2012'an de berê xwe da Rojava ku agirê şoreşê li wir geş bûbû. Evran li Rojava, êş û berxwedana gelê xwe bi rêya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ji hemû cihanê re radigahand. Di nav pêvçûn û şer de Evran mirin da bû ber çavan û ji bo cîhanê ji Şoreşa Rojava û berxwedana li wir agahdar bike ragihandina heqîqetê dikir. Piştî şoreşê jî Evran li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji aliyekî rastiya şoreşê dinivîse û vedibêje ji aliyê din ve jî di avabûn û sazûmaniya xebatên çapemeniyê de bi rola sereke radibe. Her wiha di akademiyên ragihandinê de gelek şagirtan perwerde dike. Weke ku ew jî di peyama xwe ya dawî de dibêje, 'Ji Amedê heta Xerzanê, ji Efrînê heta Qamişloyê, ji Zapê heta Silêmaniyeyê, ji Ûrmiyê heta Mahabadê ez li her derê bûm. Niha aliyekî min Bakur e, aliyekî min Rojava ye, aliyekî min Başûr e, aliyekî min Rojhilat e. Ez bi temamî bûm Kurdistan. Êdî bi milyonan mirov li pey min hene û wê vê kevneşopiyê dewam bikin’. Evran di sala 2017'an de jî navberekê berê xwe dide Başûrê Kurdistanê.    RÊWÎTIYA DAWÎ   Evran li başûrê Kurdistanê jî bi nûçe, nivîs û gotinên xwe bû yek jî şewqa heqîqetê. Piştî 4 sal li Başûr ma careke din berê xwe da rojavaye Kurdistanê. Evran, ku di sala 2021'an de vedigerê Rojava vê carê bi nexweşiya dil re têdikoşe. Ji ber nexweşîna dil du caran ameliyat dibe lê tevî vê yekê jî kar û xebatên xwe nîvco nahêle. Evran ku 30 sal bê navber kedeke mezin da Çapemeniya Azad û bû stûna Çapemeniya Azad ku wê her li ser lingan be, meha îlonê ku wî ev meh weke meha xemgîniyê pênase kir jiyana xwe ji dest da. Beriya çand salan Evran der barê serpehatî û jiyana xwe de wiha gotibû, "Ez ji ku derê vediqetim wiha dibêjim; Diçim, dimînim, dijîm û dikevim nav. Ez jî rengekî didim. Bîranînên min li paş min in, an nîvco ne an jî temam in. Nivîseke dihêlim li paş xwe, diçim cihekî din. Ji ber wê jî pir nivîsê min nîvco man, lê qala min dike, qala me dike, qala çiyayên me dike. Heke emrê me negihîje em wan nivîsan temam bikin jî ev dê me vêbibêjin." Evran ku yek ji hevrêyên Apê Mûsa, Gurbetelî Ersoz, Nûjiyan Erhan bû di rêwîtiya dawî de ji hevrêyên xwe re hezkirinên xwe pêşkeş dike û dibêje di xweşiye de bimînin û vê peyama dawî dide: "Em ji mîrateya ku dibêje em di gorê de bin jî ji bo azadiya vî gelî çi ji destê me bê em ê bikin tên. Ji bo wê em hebûn û me jiya." Evran bi vê peyamê xatir jî hevalên xwe, ji gelê xwe, ji welatê xwe, ji hezkiryên xwe dixwaze û ber bi rêwîtiya dawî ve çû."   MA/ Mahmut Altintaş