Rapora ÎHD’ê ya sala 2022’yan: Înkar û red pirsgirêka kurd çareser nake 2023-09-26 16:45:48 ENQERE - ÎHD’ê di rapora xwe ya şopandina binpêkirinên mafan ên sala 2022’yan de bal kişand ser înkar û redkirina pirsgirêka kurd û ji ber asîmîlasyon, polîtîkayên ewlehiyê zerre dide aştiya civakî.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) rapora binpêkirina mafên mirovan a sala 2022’yan bi civînek çapemeniyê li Navenda Giştî ya komeleyê eşkere kir. Seroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, rêveberê û endamên ÎHD’ê beşdarî civînê bûn.    NEÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD   Sekreterê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Balaban rapora hatibû amadekirin xwend. Balaban di raporê de bal kişand ser neçareserkirina pirsgirêka kurd û destnîşan kir ku ji ber înkar û redkirina pirsgirêka kurd û ji ber asîmîlasyon, polîtîkayên ewlehiyê zerarê dide aştiya civakî û pirsgirêk nayên çareserkirin. Balaban destnîşan kir ku peymanên navnetewî li dijî îşkence, muameleya xerab û binpêkirina mafan nayê sepandin û lewma binpêkirinên mafan zêde dibin.    ‘DEWLET LI POLÎTÎKAYÊN SALÊN 90’Î ZIVIRÎ YE’    Balaban diyar kir ku tiştên niha li welat diqewimin tu ferqa wan ji pêkanînên salên 90’î nîn in û dewlet polîtîkayen xwe yên salên 90’î ji nû ve xistiye dewrê û berdewam dike. Balaban di raporê de bal kişand ser zextên li civakê tên kirin û yek ji birînên kûr ên civakî ku herî zêde civak pê diêşe jî girtiyên nexweş in û got girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin.    81 GIRTÎ JIYANA XWE JI DEST DANE     Balaban di beşa dawî ya raporê de bîlançoya binpêkirinên mafan ên di sala 2022’yan de qewimîne eşkere kir û di nava sala 2022’yan de li girtîgehan 81 kesan jiyana xwe ji dest dane.    407 KES DI ŞER DE JIYANA XWE JI DEST DANE   Di raporê de hat destnîşankirin ku di şer û pevçûnên leşkerî ango çekdarî de jî 122 polîs, leşker û cerdevan jiyana xwe ji dest dane û 67 kes jî birîndar bûn e. Her wiha di şer û pevçûnan de 276 miltînên çekdar jî jiyana xwe ji dest dane. 9 sivîl jiyana xwe ji dest daye û 47 kes jî birîndar bûne. Bi giştî di şer de 407 kesan jiyana xwe ji dest daye û 114 kes jî birîndar bûn e.    Berfirehiya rapora ÎHD’ê wiha ye