Cezayê DEDAŞ’ê yê bi îdiaya ‘bikaranîna qaçax’ derew derket 2023-09-26 16:32:24 MÊRDÎN - Çalakiya rûniştinê ya welatiyê bi navê Mehmet Yagiz a li dijî cezayê pereyan a DEDAŞ’ê bi îdiaya “bikaranîna qaçax” dabû destpêkirin encam girt. Derket holê ku îdiaya DEDAŞ’ê rast nîne û ceza hate betalkirin.    Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) bi îdiaya “bikaranîna qaçax”, mehek berê li welatiyê bi navê Huseyîn Yagiz ê nexweş û ji dest û pêyan ketî ku li gundê Kertwen ê Nisêbîn a Mêrdînê dijî 24 hezar TL cezayê pereyan birî. Kurê Yagiz, Mehmet Yagiz diyar kir ku bavê wî ji dest û pêyan ketiye, têkildarî “bikaranîna qaçax” tu tespît nînin lê cezayê pereyan hatiye birîn û îtîraz kir. Piştre jî ji bo betalkirina cezayê pereyan di ketina gund de dest bi çalakiya rûniştinê kir. Di heman demê de ji bo betalkirina cezayî serî li Dadgeriya Hiqûqa Sulhê ya Nisêbînê da.    Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mêrdînê Kamûran Tanhan jî mijar xistibû rojeva Meclisê. Li ser vê yekê, komên DEDAŞ’ê ji bo lêkolînê cara duyemîn çûn mala Yagiz. Di encama lêkolînê de derket holê ku ceyrana “qaçax” nehatiye bikaranîn û cezayê hatiye birîn jî neheqî ye.    CEZAYÊ PEREYAN HATE BETALKIRIN   DEDAŞ’ê ceayê pereyan betal kir û di biryarê de wiha got: “Di encama lêkolîna duyemîn de hat tespîtkirin ku avahiya behsa xeberê vala ye û ceyran lê nehatiye bikaranîn.”