Danişîna doza rojnamevan Çapan hate betalkirin 2023-09-26 14:54:11   STENBOL - Danişîna doza rojnamevan Reyhan Çapan, ji ber dema wê borî hate betalkirin.    Danişîna doza derbarê Midura Karên Nivîsan a rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK’ê hatibû girtin bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” , “Bi rêya çapemeniyê propagandaya rêxistinê kiriye” , “Daxuyaniyên rêxistinê çap kirine û belavkirine” hatiye vekirin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hate lidarxistin.   Şandeya dadgehê daxwaza betalkirina dozê ya parêzeran a di danişîna beriya niha de nirxand. Dadgeha ku daxwaz qebûl kir, biryar da ku ji ber demboriyê doz bê betalkirin.