Di serdegirtinên malan de tundî û binpêkirin zêde bûn 2023-09-26 10:27:32   AMED - Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz bal kişand ser tundî û binpêkirina mafan ên di serdegirtinên malan de û got: “Divê binçavkirinên bi rengî yên bêhiqûqî neyên jibîrkirin. Divê serî li hemû rêyên qanûnî bidin.”    Di salên dawî de û di van mehên dawî de leşker û polîs bênavber bi ser malan ve digirin û zext, tundî, îşkence û neheqî li welatiyan dikin û mafên wan ên mirovî binpê dibe. Herî dawî jî di 21’ê îlonê leşkeran gundê Zorava yê bi ser navçeya Sûra Amedê ve dorpêç kir û avêtin ser malan. Leşkeran bi îdiaya “îxbar heye” bi ser malan ve girtin û welatiyan kirin binçavan û piştî 4 rojan berdan. Leşkeran heqaret û neheqî li welatiyan kirin.    Şandeya ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovn (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Baroya Amedê û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) pêk dihat çûn gund û muameleya xerab a li ser gundiyan kirin rapor.    Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz û Cîgirê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr diyar kirin ku di demên dawî de di serdegirtina malan de muameleya xerab zêde bûye.    OZDEMÎR: BÊYÎ SÛCEK HEBE BI SER MALAN VE DIGIRIN    Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr da zanîn ku bi taybetî li bajarên herêma wan bêyî ku “gumana sûcekî” hebe di serdegirtinên malan de welatî tên binçavkirin û giritn û ew dibînin di gelek serdegirtinên malan de mafên welatiyan tê binpêkirin û neheqî û muameleya xerab li welatiyan tê kirin.    Ozdemîr anî ziman ku wan tespît kiriye di serdegirtinên li gundê Zorava de rêgeza “pîvantiyê” hatiye binpêkirin û serdegirtin û binçavkirina welatiyan li dijî hiqûqê ye. Ozdemîr xwest demildest dawî li binpêkirina mafên welatiyan were anîn û got ew ê li ser miracata welatiyan wek baroyê desteka hiqûqî bidin welatiyan.    YILMAZ: DIVÊ HIKÛMET DEST JI VAN NEHEQIYAN BERDE    Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz jî anî ziman ku piştî wan bihîstiye zext li gundiyan hatiye kirin serdana gund kirine û serdegirtina malan û welatiyan ku wek mertal dane pêşiya xwe û li hundirê malê gerandine nayê qebûlkirin û meseleyek pir cidî ye. Ercan Yilmaz destnîşan kir ku berê jî leşkeran avêtiye ser gundê Zorava û welatî bi heman pêkûtiyan re rû bi rû mane û azadî, ewlehî û mafên welatiyan hatine binpêkirin. Yilmaz got ragihandina qedexeya derketina derve ya li gund pêk anîne jî li dijî hiqûqê ye. Yimaz bang li welatiyên ku bi neheqiyê re rû bi rû mane ji bo piştevaniya hiqûqî biçin serî li ÎHD’ê bidin û got: “Divê binçavkirinên bi rengî yên bêhiqûqî neyên jibîrkirin. Divê serî li hemû rêyên qanûnî bidin. Em gazî Wezareta Karên Navxweyî û hikûmetê dikin ku demildest dev ji van sepênên bihiqûqî berdin.”    MA / Eylem Akdag