ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2023'YAN 2023-09-26 09:01:01   * Ji parêzerên ewilî yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi komployeke navneteweyî hatibû girtin, Eren Keskîn diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê ji roja ewilî ve dest pê kiribû û tu îzaheta vê ya hiqûqî û aqil nîne.    * Bi hinceta ku di bîranîna Îbrahîm Ayhan de gotina “Şehîdên Kurdistanê” bi kar aniye, derheqê Hevserokê DBP’a Sêweregê Kamîl Goktaş de lêpirsîn hate destpêkirin. Goktaş, got ku di îfadeya xwe de ji bo pirsa “Kurdistan ku dere?” wiha bersiv daye: “Kurdistan ew dere ku em bi sala ye li ser dijîn.”    * Rojnamevan Seyîd Evran di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Hevreyê wî Azîz Koyluoglu yê ku 24 sal in pê re dixebitî wiha qala wî kir: “Em di şexsê heval Seyîd de bi awayekî zelal dibînin ku divê şoreşger, rojnamegerek çawa bijî."   * Adle Samûr a 63 salî ku di binçavan de rastî muameleyeke xirab hat, diyar kir ku li nezaretxaneya midûriyeta polîsan û di têketina girtîgehê de rastî îşkenceya lêgerîna tazî hatiye û 7 mehan bê delîl di girtîgehê de hatiye hiştin.    * Dilxwaza EŞÎK'ê Ozgul Kaptanê ku têkildarî guherandina "hiqûqa malbatê" axivî, anî ziman ku gava piştî vê jî dê Efxanistan be.    * Li Wanê ku her diçe hejmara pez kêm dibe, kirîna penêrê sîrik jî kêm dibe. Wanî ji ber bihabûna fiyetan bi gilî û gazinc in.    * Li Hatayê jinên mexdûrên erdhejê yên di konan de, ragihandin ku ji bo kirê alîkariya wan nayê kirin, bêhna tozê ji xwarinê tê, berhemên paqijiyê bi dest wan nakevin û ji ber ku konteyner tune ne zarokên wan nexweş dikevin.    * Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk diyar kir ku Komkujiya Vartînîsê sûcê li hemberî mirovahiyê ye û got ku lewma divê nekeve ber demboriyê.    * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin. (10.00)   * Danişîna doza derbarê Midura Karên Nivîsan a rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK’ê hatibû girtin bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” , “Bi rêya çapemeniyê propagandaya rêxistinê kiriye” , “Daxuyaniyên rêxistinê çap kirine û belavkirine” hatiye vekirin dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (10.00)   * Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Şirnexê ku serdana gundê Bana yê navçeya Basa ku zêdetirî du mehan e di bin dorpêça leşkeran de ye, dê rapora têkildarî binpêkirinên mafan de amade kiriye li avahiya partiyê aşkere bike. (11.00)   * 30 meh in agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayên wergirtin. Şaxa OHD’ê ya Stenbolê dê têkildarî vê rewşê li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30) ZINDΠ   * Danişîna derbarê xebatkarê kovara Modernîteya Demokratîk Ramazan Dişarî de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” , “propagandaya rêxistinê” û “fînansekirina rêxistinê” hatiye vekirin dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Tekîrdagê bê lidarxistin. (14.40)