DFG: Bîranîna Evran dê di têkoşîna gelê kurd de bijî 2023-09-25 13:09:36 NAVENDA NÛÇEYAN - DFG’ê têkildarî mirina kedkarê çapemeniya azad rojnamevan Seyît Evran ku ji ber nexwşiya dil jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyek da û wiha got: “Seyît Evran jiyana xwe ji bo têkoşîna azadî ya gelê kurd da meşandin. Bîranîna wî wê di têkoşîna mezin a gelê kurd de bijî.”   Kedkarê Çapemeniya Azad rojnameger-nivîskar Seyît Evran di 22’yê îlonê de li nexweşxaneyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da. Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî mirina Evran daxuyaniyeke nivîskî weşand.    DFG’ê di daxuyaniya xwe ya bi serenavê “Bîranîna Seyît Evran Wê Di Têkoşîna Çapemeniya Azad De Bijî” weşand de wiha got: “Me bi xemgîniyeke mezin nûçeya şehadeta rêhevalê xwe yê rojnameger, xebatkarê Çapemeniya Azad Seyît Evran ê ku di 22’ê îlonê de ji ber nexweşiya dil koça dawî kiriye, wergirt.   BI PÊNÛS Û KAMERAYA XWE TIŞTÊN LI KURDISTANÊ DIQEWIMÎN TOMAR KIR   Seyît Evran jiyana xwe ji bo têkoşîna azadî ya gelê Kurd da meşandin. Bi pênûs û kameraya xwe tiştên ku li seranserê Kurdistanê diqewimîn tomar kir. Seyît Evran ê ku tevî hemû zehmetiyan qadên şer terk nekir, di salên 1990'î de meşa pîroz a ku bi Gurbetellî Ersozan re dabû destpêkirin li Bakur, Başur, Rojhilat û herî dawî li Rojava berdewam kir. Di xeta Çapemeniya Azad de şer, jiyana gelên Kurdistanê, rastiyên têkoşîn û berxwedanê ji raya giştî ya cîhanê re ragihand.   BÎRANÎNA WÎ DÊ DI TÊKOŞÎNA MEZIN A GELÊ KURD DE BIJΠ   Seyît Evran di vê têkoşîna pîroz de ku bi hêz, heyecan û baweriya xwe meşiya, tevlî karwanê şehîdên Çapemeniya Azad bû. Bîranîn û mîrateya wî wê di têkoşîna mezin a gelê Kurd de bijî.”