ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2023'YAN 2023-09-25 09:00:25       * Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, anî ziman ku tê xwestin Tirkiye bi komployeke navdewletî bê mehkûmkirin û got: "Min ji vê re gotibû, şano. Hin kesên din senaryoya wê nivîsandin û li Îmraliyê hat lîstin. Divê ev lîstik bê xerakirin."    * Hevserokên KNK’ê Zeynep Mûrad û Ahmet Karamus dan zanîn ku beriya êrişa li dijî nûnertiya wan, hikûmeta Başûr hişyar kiribûn û wiha gotin: “Me jê re got ku gefên kuştinê li endamên tên xwarin û tevdîran bigirin. Lê guh nedan van hişyariyan. Dewleta tirk bêyî alîkariyê nikare êrişeke wiha pêk bîne.”    * Tecrîda teqez ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kete meha 31’emîn. Herî kêm 449 serlêdanên div ê serdemê de hatin kirin an bêbersiv hatin hiştin an jî bi hinceta cezayên “dîsîplînê” hatin redkirin.    * Hevserokê DBP'a Rihayê Vahît Akgun got ku gelên cîhanê xelasiya xwe di fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de dibînin û wiha got: “Tecrîd, îro weke şer û aloziyê li civakê vedigere. Ji bo rakirina tecrîdê divê her kes bi rola xwe rabe. Tecrîd, ne bi gotinan lê bi hewldanan dikare were têkbirin.”   * Partiya Çepên Kesk dê têkildarî bajarên Semsûr, Meletî, Mereş û Hatayê ku ji erdhejê bi bandor bûbûn rapora çavdêriyê amade bike û piştî vekirina Meclisê dê bi rayagiştî re parve bike.   * Danişîna doza 9 parêzerên qeyûm protesto kiribûn, dê di 58’emîn Dadgaha Cezayê Asliye ya Stenbolê were lidarxistin. (10.00)   * Danîşîna doza têkildarî êrişa bombeyî ya di 13’ê mijdara 2022’yan de bi mirina 6 kesan encam bûbû hatiye vekirin û tevî Ahlam Albashir 36 kes tên darizandin, dê îro li 13’mîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê werê lidarxistin. (10.00-17.00)   * Danişîna xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ku bi KHK'ê hatibû girtin Hamdûllah Bayram dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê were lidarxistin. (11.20)