Xwebûn bi manşeta "PDK çavdêrî, Tirkiye êriş dike" derket 2023-09-25 08:37:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 197’emîn a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “PDK çavdêrî Tirkiye êrîş dike” derket.    Hejmara 197’emîn a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “PDK çavdêrî Tirkiye êrîş dike” derket. Rojnameyê vê hefteyê di manşeta xwe de cih daye êrîşên ku li Hewlerê li dijî KNK’ê û li Silêmaniyê li Balefirgeha Erbetê hatiye kirin. Der barê mijarê de Hevseroka KNK’ê Zeynep Mûrad û rojnameger Mervan Ozdemîr ji rojnameyê re axivîne.    Di rûpelê jinê de li ser şerê taybet ê li dijî jinê hatiye rawestandin û der barê mijarê de nûçeanalîzek hatiye amadekirin. Di rûpelê 3’yan de jî li ser boykota mamosteyên başûrê Kurdisanê hatiye sekinandin û nûnerek mamosteyan re der barê boykotê de nûçeyek hatiye amadekirin.   Di rûpelê 6’an de Parêzer Mahmût Şakar, der barê tecrîda ku li Îmraliyê li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin de axiviye. Şakar gotiye ku hevdîtinên bi Ocalan re wê şer sar bibe û rê li ber aştiyê vebibe.  Di rûpelê kirmanckî yê rojnameyê de jî li ser operasyona  Azerbeycanê ya li dijî Qerbaxê nûçeanalîzek hatiye nivîsandin.    Di rûpela çandê ya rojnameyê de jî bi jinên mêrdînî re li ser keda wan a ji bo nîskan nûçeyek hatiye amadekirin. Her wiha gelek nivîskarên rojnameyê jî li ser êrîşa li dijî KNK’ê û balefirgeha Erbetê; rola PDK’ê ya di van êrîşan de rawestiyane.