Bal kişandin ser rewşa Besra Erol: Dibe ku êdî çavê wê nebînin 2023-09-23 15:05:41   STENBOL - Komîsyona ÎHD’a Stenbolê diyar kir ku girtiya nexweş Besra Erol nikare bi rê vebiçe û dibe ku ji binî çavê wê nebînin û banga berdanê wê kir.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 600’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya xwe li dar xist. Gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn. Komîsyona Girtîgehan vê hefteyê bal kişand ser rwşa girtiya nexweş Besra Erol a li Girtîgeha Xarpêtê ya Jinan.    Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Bila Besra Erol were berdan” hatin vekirin û dirûşm hatin berzkirin. Vê hefteyê endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê Meryem Bars daxuyaniyê xwend.    Bars anî ziman ku zemanek dirêj e girtîgehên Tirkiyeyê veguherîne malên mirinê û mafên girtiyên nexweş li ber çavan nayên girtin û terkî mirinê tên kirin. Bars da zanîn ku mafên girtiyan bi awayek bêpîvan tên binpêkirin û sedema vê ya sereke ew e ku raya giştî û xelk bêdeng e. Bars ji bo mafên girtiyan neyên binpêkirin xwest her kes û raya giştî bi berpirsiyarî rabin û xwedî li girtiyan derkevin.    XETEREYA KU ÇAVÊ WÊ NEBÎNE HEYE    Bars bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Besra Erol a li Girtîgeha Xarpêtê ya Jinan tê ragirtin û destnîşan kir ku nexweşiya fitiqa pişte, siyatîk, tansiyona zêde û tansiyona zêde ya çav li Besra Erol peyda bûne û ji ber fitiqa piştê du caran emeliyat bûye. Bars xwest Besra Erol demildest bê berdan û ew êdî bi zehmetî bi rê ve diçe û nikare bibîne û xetere li ser çavê wê heye ku ji binî nebîne û kor bibe. Bars diyar kir ku Besra Erol nikare bi tena serê xwe di hepsê de bimîne, were tedawîkirin û divê rê li ber berdana wê bê vekirin û her kes piştgirî bide berdana wê.