Ji bo girtiyê nexweş Demîrtaş banga berdanê hat kirin 2023-09-23 14:49:45 ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî xwest ku girtiyê nexweş Hasan Demîrtaş ê li Girtîgeha Tokatê tê ragirtin, demildest were berdan.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 472’yemîn de li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê çalakiya xwe li dar xist. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “Tedawî maf e nayê astengkirin, Girtiyên nexweş berdin” hat vekirin. Rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk û gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn. Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Asli Saraç axivî û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Hasan Demîrtaş ê li Girtîgeha Tokatê ya Tîpa T’yê tê ragirtin.    Saraç anî ziman ku Hasan Demîrtaş 38 salî ye û bi nexweşiya Behçetê ketiye û nexweşiya wî ji ber şert û mercên girtîgehê yên dijwar giran dibe. Saraç diyar kir ku di hezîrana 2022’yan de bêyî daxwaza Demîrtaş hebe girtîgehê wî ji Amedê seweqî Girtîgeha Tokatê kiriye.    NIKARE BI TENÊ BIMÎNE   Saraç da zanîn ku ji ber nexweşiyê jiyana Demîrtaş zehmet bûye û nikare bi tena serê xwe bijî û ev nexweşîn dibe sedema rûxandina beden û hundirîn û bandorek zêde li ser mêjî û kezeba wî dike. Saraç got ev nexweşîn dibe sedema ku Demîrtaş her tim ji ser hişê xwe biçe û rojane du sê saetan çar pênc kes pê ve eleqedar bibin. Saraç xwest tedawî û tetkîkên Demîrtaş bêkêmanî bên kirn û demildest were berdan.