Kampanyaya TJA’yê: Armanc pêkanîna azadiya Ocalan e 2023-09-23 13:43:27   STENBOL - TJA ya ku bi dirûşmeya “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” starta lingê duyemîn a kampanyaya xwe da dest pêkirin diyar kir ku armanca wan a bingehîn ew e ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rakin û azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk bînin.    Tevgera Jinên Azad (TJA), deklerasyona kampanyaya xwe ya bi dirûşmeya “Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber bi Azadiyê ve” ku wê heta 8'ê Adara 2024'an Roja Jinan a Cîhanê bidome li Rihay ji rayagiştî re ragihand. TJA piştî navçeya Silopiyayê starta duyemîn a kampanyaya xwe li eywaneke li navçeya Kagithane ya Stenbolê bi aktîvîteyekê dide. Di aktîvîteya pankarta “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” hate vekirin de ji bilî aktîvîstên TJA’yê rêxistinên jinan, Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Jinên ku beşdarî aktîvîteyê bûn cil û bergên herêmî li xwe kirin û vê yekê dîmenên rengîn derxistin holê.   Her wiha li eywanê pankarteke mezin a “Em soz didin wan ku em ê têkoşîna wan serbixînin” û tevî akademîsyen-rojnamevana kurd û endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyeyê hate qetilkirin, wêneyên jinên di têkoşîna azadiya jinê de jiyana xwe ji dest dan cih girtin. Metna daxuyaniyê aktivîsta TJA’yê Felek Erdemê xwend.    Daxuyaniya TJA’yê wiha ye:    “Em dibin şahidên şoreşa civakî ya Jin Jiyan Azadiyê ku ji Rojhilatê dest pê kir û di serî de li parçeyên din ên Kurdistanê, li hemû cîhanê belav bûye. Bi gîyanê vê şoreşa ku em dibin şahidên wê û bi baweriya me ya ku bi têkoşîna jinê heye em soza geşkirina vê têkoşînê didin û em têkoşîna azadiyê ya hemû jinên cîhanê silav dikin!   ERDHEJÊ WEKE FERSEND DIBÎNIN Û HEWL DIDIN WELATÊ KURDAN DAGIR DIKIN   Em hê jî êşa erdhejên navenda wê Mereş bûn ku di 6'ê sibatê de pêk hatin, sedema herî mezin a êş û windahiyên me ye; bi êrîşa pergala dewletparêz a li ser jiyana ekolojîk ji bo sermaye û rantê, bi polîtîkayên xwe encamên erdhejê veguherand wêraniyê. Erdhejê ji xwe re weke fersend dibînin û hewl didin welatê kurd û elewî ku jin jî di nav de ne ji nû ve dagir bikin, avahiya wê ya demografîk biguherînin, erdnîgariya me bêmirov bikin û zarokên ku malbatên xwe wenda kirine dûçarî îstîsmara terîqat û çeteyan dikin.   BIZANIBIN KU TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA JINAN BI DAWÎ NABE   Şerê ku eslê wê ji mêtingeriyê ye, herî zêde li dijî bedena jinên kurd tê meşandin. Hişmendiya ku jinên kurd ên ku nasnameya pêşeng a şoreşa jinê û îdeolojiya vê şoreşê temsîl dikin, ji xwe re dike armanc; Sedema sereke ya vî şerî dewleta qirker, kolonyalîst, faşîst bi xwe ye. Yên li Silêmanî Nagîhan Akarsel û li Parîsê Evîn Goyî qetil kirin bila bizanibin ku têkoşîna azadiyê ya jinan bi dawî nabe! Ji ber ku yên bi ruhê felsefeya Jin Jîyan Azadî azadiyê hembêz dikin, li ser rêya azadiya civakî bûne meşaleya herî mezin. Weke jin bi hêza ku ji vê meşaleyê distînin me ev kampanya da destpêkirin; Wê bibe wesîleya xurtkirina têkoşîna bêdawî ya azadiya jinên kurd û ronîkirina jinê.   PARASTINA AXA ME PARASTINA MIROVAHIYÊ YE   Şewatên ku bi polîtîkayên ewlekariyê derketin, mîna li Dêrsim, Cûdî, Licê û Bedlîsê rûyekî din ê vî şerî ne. Li Akbelen a ku qada jiyanê ya jin û gelan e jî bi hinceta kapîtalîzmê heman êrîş tên kirin. Bi minasebeta vê kampanyayê ku me wek TJA’yê da destpêkirin; Em careke din diyar dikin ku parastina cewher û axa xwe tê wateya parastina mirovahiyê û em dubare dikin ku têkoşîna ekolojiyê beşa herî girîng a têkoşîna jinê ye.   GIRÎNG E KU WEKE TEVGERA JINÊ BI HEV RE BIRÊXISTIN BIBIN   Li hemberî jinan êrîşeke piralî û sîstematîk tê meşandin û polîtîkaya bêcezakirinê weke xelata mêran tê meşandin. Destkeftiyên me yên ku me bi têkoşîneke mezin bi dest xistine, di serî de Peymana Stenbolê tên desteserkirin. Rêjîmên netew-dewlet li ser destkeftiyên me disekinin û bi polîtîkayên dijminane hewl didin ku siyasetmedar, kurd, jin, çalakvan, rojnamevan, kedkar û komên cuda yên nasname û baweriyê bitirsînin. Ne tesaduf e ku ji ber feraseta yekparêz a van salên dawî roj bi roj qetlîamên jinan zêde dibin û jinên ku ber bi întîharê ve diçin hema hema her kêliyê derdikevin holê. Asta bandora polîtîkayên şerê taybet li ser her kêliya jiyana me heye. Me bi rêxistin, tevger û platformên jinan re, li her qadê li dijî van êrîş û qetlîamên li ser jinan bi rêxistinbûyîn, bi berxwedaneke hîn rêxistinkirî û xurttir hewl da ku dengê xwe bikin yek û têkoşîna xwe berfireh bikin. Em carek din dibînin ku ji bo me weke tevgera jinê girîng e ku em bi hev re bin û bi hev re bi rêxistin bibin, weke jin em bi hev re bi hêztir in.   BI POLÎTÎKAYÊN ÇANDKUJIYÊ HEBÛNA ME YA CIVAKÎ TALAN DIKIN    Pratîkên zayendperest û faşîst li girtîgehan tên kirin, înfaz tên betalkirin, êrîşan li dijî goristan û cinazeyên me dikin, îşkenceyan li miriyên me û li mîrasa wan dikin û hewl didin jinên ciwan yên ku dînamîzma berxwedana civakî ne tepeser bikin. Dîsa bi taybetî ferzkirina sîxurî, bikaranîna tiryakê, berbelavkirina fihûşê û destdirêjî jî di nav de her cure îstîsmara li ser zarokan tê kirin, awayê din ê polîtîkayên qirêj ên vî şerî ne. Li aliyê din jî lêgerîna heqîqetê ya ji aliyê Dayîkên Şemiyê heta Dayîkên Aşitîyê didome, rastî her cure êrîşan tê. Em lêgerîna heqîqetê ya dayîkên aşitiyê ku li Geverê jiyana xwe ji dest dan û Dayîka Emîne Şenyaşarê ku tevî hemû êrîşan xwe li ser piyan digire û bûye sembola berxwedanê silav dikin.  Ligel van hemû êrîşan; zimanê me yê dayîkê, çand, nasname û nirxên me tên înkarkirin! Wekî li Cizîr, Sûr û Cîloyê dikin, bi polîtîkayên çand-kujiyê hebûna me ya civakî talan dikin.    DI TÊKOŞÎNA PARASTINA ZIMANÊ ZIKMAKÎ DE MILÊ XWE BIDIN BER MILÊ ME   Daxwazên li ser felsefeya Jin, Jiyan, Azadiyê geş dibin, dê polîtîkayên asîmîlasyonê têk bibin. Ziman û çanda me bingeha hebûna me ne. Wek TJA’yê ku em di vî warî de têkoşîna hebûnê didin; di serî de jinên kurd, em bang li hemû pêkhateyên civakê dikin ku di têkoşîna parastina zimanê zikmakî, çand û nasnameya me de milê xwe bidin ber milê me. Kampanyaya me, di serî de zimanê kurdî û hemû zimanên din bibin zimanê perwerdeyê û di bin makezagonê de bêne mîsogerkirin, dê bibe wesîleya bilindkirina têkoşînê.   MEZINTIRÎN HÊZA KU DÊ TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ HILWEŞÎNÊ HÊZA RÊXISTINÎ YA JINAN E   Bêguman, ev êrîşên li ser jinan û tevahiya civakê tên kirin, encama rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê ye. Her ku polîtîkayên tecrîdê yên ku nêzîkî 30 salan e li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên meşandin tund dibin, di serî de jinkujî; pirsgirêkên sîyasî, civakî, aborî û ekolojîk jî heman awayî tund dibin. Di vê çarçoveyê de weke TJA’yê; em careke din tînin ziman ku di serî de Pirsgirêka Kurd, muxatabê esas yê hemû pirsgirêkên civakî Îmrali ye. Helbet em jê haydar in; tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, li dijî îdeolojî û paradîgmaya wî pêşxistî ye. Berxwedana fikrî û polîtîk ya ku Birêz Ocalan li Girava Îmralîyê pêş xistî; di serî de Kurdistan, bandoreke mezin li ser geşedana têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn, ciwan û jinan kiriye. Tam ji ber vê sedemê ye ku têkoşîna bo azadî û demokrasiyê tê dayîn encax dikare bi dijderketina pergala tecrîdê ya li Îmralîyê pêk were. Mezintirîn hêza ku dê tecrîda Îmralîyê hilweşîne, hêza rêxistinî ya jinan e ku li ser felsefeya Jin, Jiyan, Azadiyê geş dibe. Ji ber ku tekane rêya azadbûnê, xwerêxistinkirin e. Em bi wesîleya kampanyaya xwe ya ku feyza xwe ji hêza rêxistinî ya jinan distîne, careke din dîyar dikin ku armanca me ya sereke şikandina tecrîda fîzîkî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidestxistina azadiya wî ye.   JI BO BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ BANG LI HEMÛ JINAN HATE KIRIN    Em bi kampanyaya xwe ya ku me bi berxwedana Jîna Emînî daye destpêkirin careke din tînin ziman ku baweriya me ya ji bo têkoşîna jinan ya azadiyê tam e. Bo bilindkirina vê baweriyê, di serî de jinên kurd, em hemû jinên Tirkiyeyê, rêxistinên femînîst, aktîvîstên jin û hemû jinên cîhanê bo xwedîderketin, bihêzkirin û li dijî hemû êrîşên li dijî jinan tên kirin, bi pêşengiya jinan bangî mezinkirina azadiya civakî dikin. Werin em hemû bi hev re, li her derê û her tim biqîrin; Bi Jin Jiyan Azadî’yê ber bi Azadîyê!”