Di operasyona medyaya dîjîtalê de 8 rojnameger hatin girtin 2023-09-23 12:35:51 STENBOL - Gerînendeyê Giştî yê Aykiriyê Batûhan Çolak û rêveberê Mûhbîrê Suha Çardakli jî di nav de, 8 kes bi sûcdariyên “Agahiyên xelet di nava gel de belavkirine” û “Gel bi kîn û dijminatiyê sorkirin” hatin girtin.    Di çarçoveya operasyona li dijî hesabên têkildarî penaberan parvekirinan dikin hatiye li dar xistin de di nav de gerînendeyê giştî yê weşana malpera nûçeyan a Aykiri, Batûhan Çolak û edîtorê Ajans Mûhbîrê Suha Çardakli û xwediyê Haber Reportê jî di nav de rêveberên 27 hesaban, hatin girtin.    8 KES HATIN GIRTIN   Gerînendeyê Weşana Giştî yê malpera nûçeyan a Aykiri, Batûhan Çolak û xwediyê malpera nûçeyan a Mûhbîr jî di nav de 8 kes bi sûcdariyên “Agahiyên xelet di nava gel de belavkirin” û “Gel bi kîn û dijminatiyê sorkirinê” hatin girtin. 4 kes ji hêla dozgeriyê hatin berdan, 15 kesên ji dadgeriyê re hatine şandin jî, bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welêt, hatin berdan.