ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2023'YAN 2023-09-23 09:00:25       * Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, komploya navneteweyî weke “çarmixkirin” û “amadekirina darbestê” pênase kir. Pêvajoya komployê ya Ewropayê 130 rojan berdewam kir û Abdullah Ocalan bi hevkarî û bazariyên hêzên kûrewî anîn Tirkiyeyê.    * Serokê Navenda Koçberiyê ya Baroya Rihayê Serhat Hîcrî bi lêv kir ku sedema êrişên nıjadperest ên li dijî penaberan polîtikayên bêcezakirinê ne û got ku NY û YE jî ji bo penaber koçberî Ewropa nebin xwe ji bo binpêkirinên mafan ên li dijî penaberan re li bêdengiyê datînin.    * Siyasetmedar Faysal Sariyildiz, anî ziman ku ji 2014'an, ji roja "plana Rûxandinê" hatiye pêkanîn heya niha û ji roja tecrîda li Îmraliyê hatiye girankirin, Tirkiye di nava pêvajoyeke tarî de ye.    * Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Coşkûn Ustercî diyar kir ku li Tirkiyeyê xebatên parêzvanên mafên mirovan tên astengkirin û got ku wan bi rapora xwe ev yek tespît kiriye.    * Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta xizmên xwe bipirsin û faîl bên darizandin dê di hefteya 965'emîn çalakiya xwe li dar bixin. (12.00)   * Şaxên ÎHD'ê ji bo piştgiriyê bide Dayikên Şemiyê dê li gelek bajaran daxuyaniyan li dar bixe. (12.00)   * Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'ê dê li Amed û Êlihê çalakiyên xwe yên "Bila winda bên dîtin û faîl werin darizandin" dê bidomînin. (11.00-12.00)   * Rêxistinên HDP û Partiya Çepên Kesk ên Îzmîrê dê têkildarî krîza aborî li ber ÎZSÛ daxuyanî bide. (13.00)   * TJA dê starta milê Tirkiyeyê ya kampanyaya "Bi jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve" dê li navçeya Şîşliya Stenbolê bide. (13.00) ZINDÎ   * Parêzvanên mafên mirovan li Stenbolê û Enqereyê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê daxuyanî bidin. (13.30)