Cenazeyê Bulbun bi merasîmeke girseyî hate veşartin 2023-09-23 08:33:44   COLEMÊRG - Nûnerê KNK’ê Denîz Bulbun ê li Hewlêrê hate qetilkirin, li bajarê xwe Geverê bi merasîmeke girseyî ku bi bi hezaran kes beşdar bûn hate veşartin.    Cenazeyê Denîz Bulbun ê di êrişa li dijî Nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya di 18’ê îlonê de li bajarê Hewlêr ê Herêma Kurdistana Federe hate qetilkirin, tevî hemû astengiyan jî li bajarê xwe navçeya Gever a Colemêrgê hate veşartin. Cenazeyê nûnerê KNK’ê yê Başûrê Kurdistanê Bulbun, piştî li Deriyê Sînor ê Xabûrê bi saetan hate sekinandin, li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ku ji bo otopsiyê anînê heta êvarî radestî malbata wî nehate kirin.    CENAZEYÊ BULBUN BI GIRSEYÎ HATE PÊŞWAZÎKIRIN    Cenazeyê ku piştî kirariyên otopsiyê ji laiyê malbata xwe ve teslîm hate wergirtin, tevî astengiya leşker û polîsan a li noxteyên kontrolê bi konvoyê anîn bajarê wî Geverê. Cenazeyê Bulbun ê li gundê Boluk bi awayekî girseyî hate pêşwazîkirin, bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” birin gundê Dêlezeyê. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên partiyên siyasî jî di nav de bi hezaran kes tev li merasîma cenaze ya Bulbun bûn.    BI DIRÛŞMEYÊN ‘ŞEHÎD NAMIRIN’ HATE OXIRKIRIN    Cenazeyê Bulbun, piştî wecîbeyên olî, bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” , “Bimre îxanet, bijî Kurdistan” û “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” bi meşê birin goristanê. Bulbun li vir bi dirûşmeyan hate veşartin.     ÛÇAR: KURDAN DEST JI BERXWEDANÊ BERNEDAN    Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar a li ser gora Bulbun axivî, ji KNK’ê û gelê kurd re sersaxî xwest û wiha got: “Hemû canên ku me ji dest dane, nirxên gelê kurd û têkoşîna wan e. Nirxên ku hemû xwedîderketinê heq dikin ev in. Têkoşîneke ku bi sedsalane ji aliyê gelê kurd ve tê meşandin heye. Ev têkoşîn mixabin hem li Tirkiyeyê hem jî li her qada ku kurd lê dijîn li Rojhilata Navîn rastî êrîşên kûr hat. Piştî ku Wezîrê Karên Derve yê vî welatî Hakan Fîdan çû Herêma Kurdistanê, êrîş her ku diçe zêde dibin. Herêma Kurdistanê ya Federe veguheriye qadeke cinayetê. Gelê kurd li ser sînorên Tirkiyeyê şer kir, hêza xwe îspat kir û dest ji berxwedana xwe berneda. Baş e, niha Tirkiye çi dike? Hewl dide di şerê xwe yê li dijî kurdan de tifaqên nû biafirîne.”   EV CÎNAYET ÇAWA HATE KIRIN?    Ûçar a bi lêv kir ku “gotina me ji PDK’ê û malbata Barzanî re ye” anî ziman ku kurdên ji ber zextên desthilatê ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê diçin Herêma Kurdistana Federe tên qetilkirin û wiha berdeawm kir: “Nûnertiya KNK’ê li cihekî ku 7 roj 24 saetan di bin kontrola Asayîşê de ye, çawa ev cinayet tê kirin? Çawa xeberê we jê çênebû? Çawa çêbû ku têkildarî vê bûyerê we nekarî gotinekê jî bêjin? Heta ku faîl neyên aşkere kirin, hêzên li pişt wan neyên aşkerekirin, PDK û Malbata Barzanî hevkarê vê cinayetê ne.”   Ûçar, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Rêzdar Denîz tu bi xêr hatî li ser axa ku tu jê dayik bûyî. Tu bi tenê nehatî. Tu bi têkoşîna jê bawer kirî û ked dayî hatî vir. Gelê te li vir tu hembêz kirî. Em soz didin, têkoşîna ku te li ser navê yekitiya netewî ya kurd dimeşand, di serî de hevalên tê yên vir hemû gelê kurd tê xwedî derkeve û bîne asteke bilind. Serê me hemûyan sax be.”   Ji bo Bulbun dê li gundê Dêleze şîn bê dayîn.