Bi girseyî çûn şîna Cîhat Ay 2023-09-22 19:22:24   AMED- Bi girseyî serdana şîna Cîhat Ay (Pasûr Rohat) ê HPG'î ku di 18'ê Îlonê de di bomabrdumanê de jiyana xwe ji dest dabû, hat kirin.    Di 18'ê Îlonê de li gundê Daraqolê yê navçeya Licê ya Amedê di bombardumanê de 4 HPG'iyan jiyana xwe ji dest dabû. Ji van HPG'iyan yek jê jî Cîhat Ay (Pasûr Rohat) bû. Ji bo Ay li gundê Cihekan ê navçeya Pasûrê şîn hat danîn. MEBYA-DER, TÛAYDER, Komeleya Alimên Dîn a Amedê, Dayikên Aştiyê, MED-DER, Partiya Çepên Kesk, DBP, HDP û Parlementera Partiya Çepên Kesk a Amedê Adalet Kaya serdana şînê kirin.   Di şînê de ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan deqeyekê rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê dua hatin xwendin.   Hevseroka MEBYA-DER'ê Yuksel Almas ku di şînê de axivî got: "Dewlet bi hemû hovîtiya xwe bi ser gelê kurd de tê. Me bi şehîdên me diceribîne. Cenazeyan bi kargoyan ji dê û bavan re dişînin. Mafê merasîma dînî mafê hemû kesî ye. Lê tevî vê îşkenceya dewletê jî em ê xwedî li şehîdên xwe derkevin. Dê wekî wan serê me bilind be. Em di şexsê malbata xwe de dibêjin serê hemû malbatan sax be, şehîdên me nemirin."