Der barê Hevserokê DBP'a Sêwregê Bas de lêpirsîn 2023-09-22 19:03:16   RIHA - Hevserokê DBP'ê Kamîl Bas ji ber ku di bibîranîna siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan de gotibû, "Ji bo şehîdên Kurdistanê deqiqeyeke rêzgirtin" îro piştî nîvro hat binçavkirin. Hat hînkirin ku di binçavan de ji Bas pirsînê "Kurdistanê ku derê ye?" û der heqê wî de lêpirsîn hat destpêkirin.    Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)'ê yê Sewregê Kamîl Bas îro piştî nîvro bi hinceta di bibîranîna siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan de "propagandaya rexistinê" kiriyê hat binçavkirin û piştî îfadeya li Muduriyeta Polîsan a Seweregê serbest hat berdan.    Bas ku tekildarî mijarê ji ajansa me re axivî bi lêv kir ku ji ber ku wî di bibîranîne de gotiye "Ji bo şehîdên Kurdistanê deqiqeyeke rêzgirtin" ew hatiye binçavkirin û di binçavkirinê de jî jê pirsîne "Kurdistan ku derê ye?" û wî jî bersivandiye gotiye "Kurdistan welatê ku em hezar sal in lê dijîn bi xwe ye." Bas diyar kir ku bi hinceta propagandaya rêxistinê der barê wî de lêpirsîn hatiyê destpêkirin.