Wî bi berzkirina dirûşmeya ‘Bijî Kurdistan’ defin kirin 2023-09-22 14:36:13   RIHA -  Apê Ûsiv ku vê sibe jiyana xwe ji dest da li ser wesiyeta wî bi dirûşmeya "Bijî Kurdistan" hat veşartin.    Yûsûf Berk (Apê Ûsiv) ku emrê wî di nav têkoşîna azadiya Kurdistanê de derbas bû û tevî temenê xwe yê 82 salê jî dev ji têkoşînê berneda vê sibehê ji ber nexweşiya pişê xwe jiyana xwe ji dest da. Apê Ûsiv piştî nîvro li Goristana Bediuzaman a navçeya Halîliyê ji aliyê malbata, rêhevalên wî yên têkoşînê û endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratik a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk ên Rihayê ve bi girseyî hat definkirin.    ‘BIJÎ KURDISTAN’   Piştî li vecîbeyên olî, darbesta Apê Ûsiv bi girseyî hat hilgirtin û ber bi gora ku hatibû amedekirin ve birin. Cenazeyê Apê Ûsiv li ser wesiyeta wî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Kurdistan” hat veşartin.    Hevserokê HDP'ê yê Rihayê Ahmet Atiş axivî û bi lêv kir ku ev ji ber wefata Apê Ûsiv ew pir xemgînin û got ku Apê Ûsiv bi helwest û sekna xwe hez daye rêhevalên xwe û wê tu carî wî ji bîr nekin.    Şîna Apê Ûsiv li mala şînê ya Dîreklî ya navçeya Eyubiyê hat danîn.