3 parêzerên 11 sal in dihatin darizandin beraet kirin 2023-09-22 12:06:47   RIHA - Doza derbarê 3 parêzerên di Newroza Rihayê ya 2012’an de bi derbkirinê hatibûn binçavkirin û bi îdiaya ku “Li nexweşxaneyê nehiştine bijîşk karê xwe bikin û ji bo vê yekê jî li ber xwe dabûn encam bû. Parêzeran, piştî 11 salan beraet kirin.    Di Newroza Rihayê ya sala 2012’an de ji hêla baroyê ji bo di pîrozbahiyan de çavdêriyê bikin, Hîdayet Enmek, Eyûp Sabrî Tinaş û Mehmet Emîn Ûygûner ên hatibûn peywirdarkirin bi derbkirinê hatibûn binçavkirin. Derbarê parêzerên de bi îdiayên “Ji ber peywirê, heqaretê li rayedarê cemaweriyê kirinê” û “Ji bo peywirê nede kirin, li ber xwe danê” doz hate vekirin. 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê di encama 21 danişînan de, ji sûcdariyên “Ji ber peywirê heqareta li reyedarê cemaweriyê kirinê” û “Ji bo peywirê nede kirin li ber xwe danê” biryara beraetê dabû û bi îdiaya bi bijîşkên di Serwîsa Awarte a Nexweşxaneya Balikligol a Dewletê de “Peywir nedan kirinê” 8 meh cezayê hefsê birîbû.    ÎSTÎNAF CEZA BETAL KIR   Parêzeran îtîrazê li biryara hatiye dayîn kiribûn û biryar birin Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Dîlokê. 9’emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê di 29’ê îlona 2022’yan de ji ber îdiyayên tên kirin ji delîlên şênber pêk nayên, xwest ji bo biryar ber bi beraetkirina wan ve were dayîn, biryara hatiye dayîn betal kir. Piştî biryara beraetê, dosye ji nû ve ji dadgeha herêmê re hate şandin. Danişîna piştî biryarê duh li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran hate lidarxistin. Di danişînê de parêzerên tên sûcdarkirin û parêzerên wan amade bûn. Piştî diyarkirina nasnameyan biryara dadgeha îstînafê hate xwendin.    DAXWAZA BERAETÊ   Di danişînê de parêzeran mafê axaftinê xwest û bi dubarekirina parastinên xwe yên berê, daxwaza beraetê kirin. Dozgeriyê jî mutalaya xwe da û bi sedema “Delîlên tên nişandan ji hêla sûcên tên tewanbarkirin, şênber nîn in” daxwaza beraetê kir.    PIŞTÎ 11 SALAN BIRYARA BERAETÊ   Piştî parastinan dadgehê biryara xwe aşkere kir. Dadgeh bi sedema sûcên tên sepandin xwe naspêrin delîlên şênber û ji ber sûcên tên sepandin ji her cure gumanan dûr e, ji bo her parêzerekê cûda cûda biryara beraetê da.