Cenazeyê Bulbun ber bi Geverê ve bi rê ket 2023-09-22 09:38:18     COLEMÊRG - Nûnerê KNK’ê Denîz Bulbun ê li Hewlêrê hate qetilkirin, ji bo ku bê veşartin ber bi Geverê ve bi rê ket.    Cenazeyê Denîz Bulbun ê di 18’ê îlonê de di êrişa li dijî nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya li Hewlêrê de hate qetilkirin, serê vê sibê ji aliyê malbata wî ve hate wergirtin. Ji bo Bulbun li Nûnertiya KNK’ê ya Hewlêrê merasîma cenaze hate lidarxistin. Di merasîma ku gelek kes tev li bûn de dirûşmeya “Şehîd namirin” hate berzkirin.    ‘DENÎZ ŞEHÎDÊ HEMÛ GELÊ WELATPARÊZ E’    Mamê Bulbun, Nadîr Bulbun ê di bîranînê de axivî wiha got: “Denîz ne tenê şehîdê me şehîdê hemû gelê welatparêz e. Denîz bi pênûsa têdikoşiya û rê nîşan dida. Ne di destê wî de çekek ne jî tişteke din hebû. Denîz, zarokekî ezîz ê hemû gelê Kurdistanê bû û mirina wî dilê hemû gelê me birîndar kir. Ji bo bûyereke din a wiha neqewime em dixwazin faîlan bibînin. Werin em bibin yek û xiyanetkaran ji nava xwe derxînin.”   CENAZE BER BI GEVERÊ VE BI RÊ KET   Piştî merasîmê, cenazeyê Bulbun ji bo li navçeya Gever a Colemêrgê were veşartin bi rê ket. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk û gelek kes di konvoya cenazeyî de cih girtin. Hate zanîn ku piştî cenazeyê Bulbun ji Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li navçeya Silopiya ya Şirnexê hate wergirtin dê li gundê Dêlezî bê veşartin.