Ji bo Çetîn Temel mewlût hat dayîn 2023-09-21 23:11:30   WAN – Ji bo Çetîn Temelê HPG'î ku li Licê di bombardumanê de jiyana xwe ji dest da, mewlût hat dayîn.    Çetîn Temelê (Demhat) ê HPG'î yê li gundê Daraqolê yê navçeya Licê ya Amedê di bombardumanê de jiyana xwe ji dest da, di bin dorpêça polîsan de hat definkirin. Ji bo Temelê HPG'î li gundê Sixkê yê navçeya Rêya Armûşê şîn hat danîn. MEBYA-DER, TJA, Meclisa Tayikên Aştiyê, DBP, HDP û Partiya Çepên Kesk, parlementerên bajêr, endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê û bi sedan kes çûn şîna Temel.    Piştî mewlûda ji bo Temel, ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê d ejiyana xwe ji dest dane, deqeyekê rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê dirûşmeya "Şehîd namirin" hat berzkirin.