Hevşaredarê Periyê Çelebî hat berdan 2023-09-21 21:11:22   STENBOL - Hevşaredarê Periyê Orhan Çelebî ku di Girtîgeha Edîrne ya Tîpa L'yê de bû, hat berdan.    Hevşaredarê Periya Dersimê Orhan Çelebî ku di Girtîgeha Edîrne ya Tîpa L'yê de bû, hat berdan. Îro danişîna dozê ya Çelebî li Dadgeha Cezayê Giran a 17'an a Enqereyê hat lidarxistin.    Çelebî di 11'ê Tebaxê de hatibû berdan, lê piştî îtiraza dozger di 23'yê Tebaxê de car din hatibû girtin.