Girtiyên jin ên îşkence lê hatibû kirin hatin sirgûnkirin 2023-09-21 11:07:02   AGIRÎ - Girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê bi girêka beraz îşkence lê hatibû kirin, li girtîgehên cuda hatin sirgûnkirin.    Di 31’ê tebaxê de li Girtîgeha Tîpa L a Panos a Agiriyê bi girêka beraz îşkence li girtiyên jin hatibû kirin. Ji girtiyên îşkence lê hatibû kirin Mizgîn Kayitbey sewqî Girtîgeha Jinan a Kayseriyê û Lale Kabîşen jî sewqî Girtîgeha Jinan a Tarsusê hate kirin.