TÛAY-DER’ê di 3 mehan de xwe gihand 173 malbatan: Em ê pirsgirêkan bibin Meclisê 2023-09-21 10:53:20   AMED - Hevserokê TÛAY-DER’ê Vahap Gunay da zanîn ku li Amedê di nava 3 mehan de xwe gihandine 173 malbatan û diyar kir ku daxwazên girtiyan û malbatên wan dê bi rêya partiyên siyasî veguhêzin Meclisê.   Li Girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê binpêkirinên mafan didomin. Ji bilî binpêkirinên mafan gelek girtî bi biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê nayên berdan. Herî dawî girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Tîpa L a Panosê tên ragirtin bi îşkenceya “benê berazan” re rû bir û man û li Girtîgehên Rihayê jî bi hinceta “ne di rewşeke baş de ne” berdana 20 girtiyan hate taloqkirin.   Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TÛAY-DER) Vahap Gunay, têkildarî binpêkirinên mafan ên diqewimin axivî.    ‘DI NAVA 3 MEHAN DE XWE GIHANDIN 173 MALBATAN’    Gunay, bal kişand ku xala herî girîng a xebata wan serdana malbatan e û wiha got: “Em tax bi tax digerin û hewl didin xwe bigihînin malbatên girtiyan û hikumxwaran. Xebatên me bi navendê bisînor namînin. Em hewl didin li navçeyên Bismil, Farqîn û Licê nûnertiyan vekin û xebatên xwe berfireh bikin. Me di nava 3 mehan de xwe gihand 173 malbatan. Em xwe digihînin malbatan û gilî, pêşniyarên wan hebin dikin rapor û hewl didin kêmasiyên hebin çareser bikin. Malbatên ku me nekarî xwe bigihîninê jî bi telefonê têkiliyê deynin.”   ‘PIRSGIRÊKA ME YA HERÎ MEZIN SIRGUN IN’    Gunay, bi lêv kir ku li Amedê armanca wan ew e ku malbateke girtiyan ku xwe negihandinê nehêlin û wiha berdewam kir: “Di vê pêvajoyê de pirsgirêka me ya herî mezin sirgunkirina girtî û hikumxwaran e. Ji ber tên sirgunkirin malbatên me ji hevalên me agahiyên zelal nagirin. Ev rewş di mijara xwe gihandina malbatan de gelek zorê dide me. Lê tevî her tiştî di pêvajoyeke 5 mehan de em ê xwe bigihînin hemû malbatên girtî û hikumxwaran ên li Amedê dimînin û xebatên xwe bidomînin.”   ‘EM DIFIKIRIN PIRSGIRÊKAN BIBIN MECLISÊ’    Gunay, da zanîn ku polîtîkayên têkoşînê yên têkildarî pirsgirêkên binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde dibin û malbatên girtiyan bi malbatan re amade dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ku hemû pirsgirêkên hiqûqî yên malbatan çareser bibin em bi yekeyên têkildar re rû bi rû hevdîtinê dikin. Li aliyê din ji bo malbata bi awayekî rehet biçin cem girtiyên xwe yên li cihên dûr, di navbera 20 û 25’ê mehê de 19 wesayîtan eyar dikin. Dema xebatên me hatin astekê, em ê bi malbatên xwe re li eywaneke fireh bên bahev û hewl bidin pirsgirêkan çareser bikin. Pişt re em plan dikin bi taybetî daxwazên girtiyên nexweş û malbatên xwe bi rêya partiyên siyasî bibin kursiya Meclisê.”   ‘MÛAMELEYEKE DERVEYÎ MIROVÎ TÊ KIRIN’    Gunay, bal kişand ku bi girtiyan re îşkence li malbatên wan jî tê kirin û got: “Weke ku tecrîda li girtiyan tê kirin tê re wan nake bi pêkanînên cuda tecrîd û zextan li malbatan jî dikin. Rastî lêgerîna tazî û mûameleyên nebaş tên. Ji bilî neberdana girtiyan a neheqî, tevî ku dîroka berdana girtiyan diyar e jî malbat bi saetan li ber deriyên girtîgehan tên sekinandin û mexdûr kirin. Xisûseke din a girîng jî ew e ku girtiyên nexweş ‘bi raporên dikarin di girtîgehê de bimînin’ bi mûameleyên derveyî mirovahiyê re rûbirû dimînin.”   ‘DIVÊ PIRSGIRÊK DEMILDEST BÊN ÇARESERKIRIN’    Gunay, ê bang li Wezareta Dadê kir, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi rastî jî van nabînin? An jî van tiştên ku tên kirin weke helwesteke mirovî dinirxînin. Ji ber ku em bi awayekî zelal dibînin ku ev ne helwesteke exlakî ye û ji vir bang dikin. Bi taybetî pirsgirêkên ku hevalên me yên li girtîgehan dijîn, qasî me dizanin û em dixwazin ev pirsgirêk demildest bên çareserkirin.”