Meteorolojiyê ji bo 14 bajaran hişyariya barana zêde kir 2023-09-21 10:29:08     NAVENDA NÛÇEYAN - Meteorolojiyê ji bo 14 bajaran hişyarî kir û got ku dê baraneke zêde bibare.    Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo 14 bajaran hişyariya barana zêde û brûskan kir. Li gorî vê yekê; li bajarên Erzirom, Erzîngan, Îdir, Agirî, Qers, Erdexan, Wan, Sêwas, Mereş, Riha, Dîlok, Meletî, Kayserî û Osmaniyeyê baraneke zêde bibare.    Midûriyetê bang li welatiyan kir ku li dijî lehî û brûskan tevdîrên xwe bigirin.