'Di hucreyê de poşmanîtiyê li bavê min ferz dikin' 2023-09-21 09:11:24 STENBOL - Mehmet Yûrtdaş, anî ziman ku bavê wî girtiyê nexweş Alî Riza Yûrtdaş di hucreyê de tê ragirtin û got ku "poşmanîtî" li bavê wî tê ferzkirin.    Alî Riza Yûrtdaş, di sala 1995'an de li Antalyayê hat binçavkirin û paşê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 12 sal û 5 meh ceza lê birî. Yûrtdaş ewilî sewqî Girtîgeha Bûcayê û paşê jî sewqî Girtîgeha Kiriklar a Îzmîr a Tîpa F'yê hat kirin. Yûrtdaş di sala 2003'yan de di çarçoveya "Efûya Rahşan Ecevît" de ji girtîgehê derket. Lê di sala 2010'an de gava li Tokatê Serokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bû, hat binçavkirin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin.    Yûrtdaş ku sewqî Girtîgeha Tokatê ya Tîpa T'yê hat kirin, piştî 8 mehan hat berdan û ji ber vê dozê 4 sal û 5 meh ceza lê hat birîn. Yûrtdaş di çaçroveya heman dozê de, di sala 2011'an de car din hat binçavkirin û paşê hat girtin û ew şandin Girtîgeha Maltepe ya Hejmara 1'ê. Yûrtdaş ê 79 salî diviyabû di 3'yê cotmeha 2022'yan de bihata berdan.    BERDANA WÎ HAT ASTENGKIRIN, CEZA LÊ HAT BIRÎN'   Lê belê Lijneya Îdare û Çavdêriyê bi hinceta ku "pirtûk ji pirtûkxaneyê wernegirtine" berdana Yûrtdaş 3 mehan taloq kir. Her wiha ji ber daxuyaniyên çapemeniyê, parvekirinên li ser medyaya sanal û beyanên 4 "şahidan" ên di navbera 2012-2019'an de û ji ber doza ku Dadgeha Ceza ya Giran a 1'ê ya Dersimê di sala 2017'an de lê vekiribû bi dosyeya wî ya heyî re kirin yek. Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Dersimê di 26'ê cotmeha 2022'yan de 9 sal ceza li Yûrtdaş birî.    POŞMANÎTÎ LÊ FERZ KIRINE   Mehmet Yûrtdaş ku di 15'ê îlonê de ji bo hevdîtinê çûye cem bavê xwe, ragihand ku bavê wî nêzî 5 meh in bi tena serê xwe di hucreyekê de tê ragirtin. Yûrtdaş bilêv kir ku bavê wî nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe dabîn bike û ji bo ji hucreya yekkesî bê derxistin daxwazname dane, lê daxwaza wan nehatiye qbeûlkirin.    Yûrtdaş got: "A rast poşmanîtiyê li bavê min ferz dikin. Ger bavê min poşmanîtiyê qebûl bike dê wî bibin hêla yên serbixwe yan jî hikumxwaran. Sedema ragirtina wî ya li hucreya yekkesî ew e ku wî bi tenê bihêlin û bitepisînin. Demildest divê bavê min ji hucreya yekkesî derxînin. Gava hevalên wî li cem wî bin, dê alîkariya wî bikin."    MA / Ferdî Bayram