‘Desthilat bîrdoziya xwe ya netewperest empozeyî zarokan dike' 2023-09-21 09:04:44 AMED - Sekreterê Rêxistinkirinê yê Egîtîm Senê Tahîr Çetîn diyar kir ku desthilat bîrdoziyên xwe yên netewperest, dînperest û zayendperest empozeyî zarokan dike û got ku ji bo vê jî saziyên perwerdehiyê bi kar tîne.    Heyama nû ya perwerdehî û hînkariyê, ji ber mudaxileyên desthilatê yên li mufredata dersan bû cihê nîqaşan. Dersên wekî "Malbat di civaka tirk de" û "Adab-muaşeret ên di heyama osmaniyan de" li mufredatê hatin zêdekirin. Ev yek wekî mudaxileya bîrdozî ya AKP'ê ya li pergala perwerdehiyê hat şîrovekirin.    Sekreterê Egîtîm Sena Şaxa Amedê ya Hejmara 1 Tahîr Çetîn diyar kir ku desthilat bîrdoziyên xwe yên netewperest, dînperest û zayendperest empozeyî zarokan dike û got ku ji bo vê jî saziyên perwerdehiyê bi kar tîne.    ARMANCÊN BÎRDOZÎ YÊN DESTHILATÊ   Çetîn bilêv kir ku desthilat di warê dersên bijartî de ji bo armancên xwe yên bîrdozî tevdigere û got: "Dersên bijartî ew ders in ku qabîliyeta zarokan pêş ve bixe. Lê mixabin gava em li pêkanînên dawî yên desthilata heyî mêze dikin, hewl dide bi dersên bi vî rengî armancên xwe yên siyasî û bîrdozî empozeyî zarokan bike. Desthilat ji bo bîrdoziyên xwe yên netewperest, dînperest û zayendperest empozeyî zarokan bike van dersan bi kar tîne. Li dibistanan zemîna vê yekê çêdikin. Ji lew re îdarevanên heyî jî wekî kadroyên siyasî tevdigerin. Gava dersên zanistî tên bijartin dibêjin 'mamoste kêm in, şert û mercên fîzîkî yên dibistanê ne guncan in' û radibin berê zarokan didin dersên nêzî bîrdoziyên xwe."    Çetîn da zanîn ku "desthilat nifşekî bîatkar û neîtirazkar xeyal dike" û got ku zarokan ber bi vê xeyala xwe ve dibin. Çetîn da zanîn ku perwerdekarên ji branşên din dikevin vand ersan û got ku dê ev yek bibe cihê pirsgirêkan û qalîteya perwerdehiyê kêm bike.    'EM Ê ZAROKÊN XWE BI DEST WAN BERNEDIN'   Çetîn destnîşan kir ku mijara dersên bijartî di pergala perwerdehiyê de tim bûye cihê pirsgirêkan û got ku têkildarî mijarê gelek caran serlêdan kirine û doz vekirine, lê daxwazên wan esas nayên girtin. Çetîn ku got "Em ê li dijî vê bitêkoşin" wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê zarokên xwe bi dest van bernedin. Em ê nebêjin tişta çû nede dû. Ev mesele tenê ne meseleya kedkarên perwerdehiyê ye, pirsgirêka tevahiya welêt e. Em wekî rêxistinên civaka sivîl û gel mecbûr in bi awayekî topyekûn li dijî van bitêkoşin."    MA / Eylem Akdag