Di partiya nêçîrê ya qeymeqamê Bazîdê de kesek birîndar bû 2023-09-20 21:03:01   AGIRÎ- Di partiya nêçîrê ya Qeymeqamê Bazidê Mehmet Kemal Akpinar de, Kerîm Avras, birayê Serokê Huda-Parê yê Bazîdê yê berê, ji nigê xwe birîndar bû.    Li gundê Gilberanê yê navçeya Bazîdê ya Agiriyê qeymeqamê navçeyê û komeke pê re di 19'ê Îlonê de ji bo nêçîrê çûn bejahiya gund. Li gor agahiyên bi dest ketin, hin kesên nenas bi çekê bera koma ku qeymeqam di nav de dan. Kerîm Avras, birayê Serokê Huda-Parê yê Bazîdê yê berê, ji nigê xwe birîndar bû. Avras, li nexweşxaneya navçeyê emeliyat bû.   Her wiha hat diyarkirin ku qeymeqam Akpinar gef li welatiyan û xebatkarên nexweşxaneyê xwariye ku bûyerê ranegihînin çapemeniyê. Hat hînkirin ku Qeymeqam Akpinar gef li gundiyan xwariye û gotiye: "Ger hûn der barê vê rewşê de peyvekê jî bikin ez ê vir bi ser serê we de bînim xwarê."