Li gundê Banayê leşkeran avêt ser malan 2023-09-20 17:06:24   ŞIRNEX - Li gundê Bana yê zêdetirî 2 meh in di bin dorpêçê de ye, leşkeran avêt ser malan.    Li gundê Bana yê girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê qedexe û dorpêça leşkeriyê didome. Gundê ku zêdetirî 2 meh in di bin dorpêça leşkeran de ye ji duh ve ji hewayê û bêjahiyê liv û tevgera leşkêrî didome. Duh di encama bombardumanê de endamê HPG’è Ramazan Elîçûmûş jiyana xwe ji dest dabû.    Li gund zext û gefên li ser gundiyan didomin. Leşkeran îro jî avêt ser malan û bi saetan li hundirê malan geriyan.    Gundiyên ku di malan de hatine hepskirin û ji ber qedexeyan nikarin ji malê derkevin ji bo hestiyariyê bang li sazî û rêxistinên mafê mirovan kirin.