Dadgehê ji bo kamerayên emniyetê yên li odeyên hevdîtinê got derhiqûqî ne 2023-09-20 12:00:05 MÊRDÎN - Baroya Mêrdînê têkildarî kamerayên li odeyên hevdîtinê yên emniyetê, li Dadgeha Îdareyê doz vekiribû. Dadgehê got ku bicihkirina kamerayan a li odeyên hevdîtina parêzer-miwekîlan derhiqûqî ye.    Li odeyên hevdîtina parêzer-miwekîlan ên li midûriyetên emniyetê yên navçe û yekîneyên girêdayî Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê kamera hatine bicihkirin. Baroya Mêrdînê ji bo rakirina van kamerayan, li dijî Walîtiya Mêrdînê doz vekiribû. Di dozê de biryareke mînak hate dayîn. Baroyê digot ku kamerayên li odeyên hevdîtinê hatine bicihkirin “derhiqûqî ne û divê werin rakirin”  û di sala 2023’yan de li 1’emîn Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê doz vekir. Di serlêdanê de baroyê got ku bi bicihkirina van kamerayan re mafê “darizandina adilane” tê binpêkirin, “bi awayeke derhiqûqî delîl tên berhevkirin” û “Nepeniya parêzer-miwekîl tê binpêkirin.” Di vê çarçoveyê de jî baroyê xwest kamera bên rakirin.    PARASTINA ‘EWLEHIYÊ’   Midûriyeta Emniyetê jî li ser navê Walîtiya Mêrdînê ji dadgehê re parastin şand. Emniyetê di parastina xwe de îdia kir ku di sala tespît kirine ku parêzaran “alavên şewitandinê û şewitînê dane miwekîlan” û wan jî kamera ji bo “ewlehiya” parêzer-miwekîl li odeyan bi cih kirine. Emniyetê bi domdarî îdia kir ku “ji bilî ewlehiyê tu armancên din nînin” û “ev sepan li dijî hiqûq û mewzûatê nîne.”    ‘NEPENIYÊ BINPÊ DIKE’   Di biryara dadgehê de wiha hate gotin: “(…) dema bi bicihkirina kamerayên a li odeyan parêzer-miwekîl hatin şopandin, dibe ku di her kêliyê de taybetiya wergirtina deng a kamerayê bikeve dewrê. Heke ji nêz ve were kişandin jî bi rêya -xwendina lêvan- dikare axaftin were tespîtkirin. Di dema hevdîtinê de heke pênûs û kaxiz bên bikaranîn, li gorî daxwazê dibe ku kamera were nêzkirin û naveroka nivîsê were hînkirin. Ji ber van sedeman jî divê li gorî qanûna hevdîtina parêzer-miwekîlan li cihekî ku tu kes dengê wan nabihîse were kirin, hewceye kamera lê neyên bicihkirin. Di vê çarçoveyê de bi bicihkirina kamerayan re rêgeza nepeniyê ya hevdîtina parêzer/miwekîl hatiye binpêkirin.”    BIRYAR HATE DAYÎN KU KAMERA BÊN RAKIRIN   Dadgehê bi domdarî destnîşan kir ku tu bingeheke qanûnî ya şopandina hevdîtina parêzer-miwekîlan a bi kamerayan nîne, mafên parastin û darizandina adilane hatiye binpêkirin. Dadgehê biryar da ku tevahiya kamerayên li Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê û emniyet û yekîneyên girêdayî wê yên navçeyan jî bên rakirin.    MA / Ahmet Kanbal