Li Amedê bikaranîna hişbirê zêde bû: Bazirganiya wê belavî dibistanan bû 2023-09-20 11:29:55   AMED - Li Amedê temenê bikaranîna hişbirê daket 12 saliyê û di sala 2023’yan de 2 hezar 173 kes jî bi sedema hişbirê hatin darizandin. Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr anî ziman ku bazirganiya hişbirê belavî dibistanan bûye û got ku tevdîrên pêşîlêgirtinê şert in.    Rapora Baroya Amedê ya bi navê “Têkoşîna li dijî bikaranîna madeyan” a di 15’ê îlonê de bi daxuyaniyekê eşkere kiribû, rewşa bikaranîna madeyên hişbirê da ber çavan. Li gorî rapora Baroyê ya di navbera 1’ê çîle û 9’ê îlonê de amade kiribû, têkildarî zarokên di bin temenê 12 salî de, di sala 2020’an de 15, di sala 2021’an de 8 û di sala 2022’yan de jî derbarê 16 zarokan de kirariyên edlî hatin kirin. Her çiqas di sala 2021’an de hejmara zarokên kirarî lê hatine kirin kêm bibe jî, di sala 2022’yan de ji sedî sed rêjeya bikaranînê de zêdebûnek çêbûye.    ZÊDEBÛNA HEJMARAN   Di raporê de ev agahî hatin parvekirin:    * Di sala 2023’yan de li bajarê Amedê, ji ber sûcê “Bazirganî û çêkirina madeyên hişbir û hişyariyê” ji hêla Serokatiya Baroya Amedê ve bi giştî  ji bo kesên hatine darizandin 2 hezar 173 parêzer hatin tayînkirin.    * Di vana kesên hatine darizandin de ji 12 saliyê biçuktir 7 kes, di navbera temênên 12 û 15 saliyê de 2 kes, di navbera temênên 15 û 18 saliyê de 27 kes, di navbera temenên 18 û 25 saliyê de 479 kes (29 ji wan jin) di navbera temenên 25 û 60 saliyê de hezar 617 kes (75 ji wan jin) ji 60 saliyê mezintir 41 (5 ji wan jin) kes hene.    * Ji hêla Serokatiya Baroya Amedê ve ji bo 291 kesên ji ber sûcê “Ji bo bikaranîn û ji bo firotinê bi xwe re gerandina madyên hişbir an jî hişyarkirinê” an jî “Hişbir an jî bi xwe re madeyê hişyarkirinê bikaranînê” hatine darizandin, parêzer hatine tayînkirin. Di navbera kesên hatine tayînkirin ji 12 saliyê biçûktir kesek, di navbera temênên 12 û 15 saliyê de 6 kes, di navbera temenên 15 û 18 saliyê de 43 kes, di navbera 18 û 25 saliyê de 96 kes (3 ji wan jin) di navbera temênên 25 û 60 saliyê de 140 kes (6 ji wan jin) ji 60 saliyê mezintir 5 kes (yek ji wan jin) hene.    * Li Amedê ji hêla Serokatiya Baroya Amedê di sala 2023’yan de ji bo 27 kesên ji ber sûcê “Hişbir an jî hêsankirina bikaranîna madeyên hişyarkirinê” 27 parêzer hatin teyînkirin. Di nava kesên hatine darizandin de di navbera 15 û 18 saliyê de 2 kes, di navbera 18 û 25 saliyê de 6 kes (hemû zilam) di navbera temenên 25 û 60 saliyê de jî 19 kes (hemû zilam) hene.    * Di navbera dîrokên 1'ê çileya 2023'yan û 9'ê îlona 2023'yan de bi giştî ji bo hezar û 491 kesan parêzer hatin peywirdarkirin. Di nava kesên hatine darizandin de 8 ji wan ji 12 saliyê biçûktir, 80 ji wan jî di navbera temenê 12-18 saliyê de bûn. Kesên din jî ji 18 saliyê mezintir bûn.    CIH NEDAN SAZIYÊN SIVÎL   Cîgirê Serokê Baroya Amedê parêzer Mehdî Ozdemîr têkildarî raporê û destnîşan kir ku di dema pandemiyê de jî bikaranîna hişbirê zêde bûye û anî ziman ku li gorî Destûra Bingehîn cîgirên 11 wezaretan ku bi navê Lijneya Bilind a Têkoşîna Dijî Hişbirê (BMYK) hatiye avakirin û hin saziyên girêdayî van wezaretan, ji têkoşîna li dijî madeyên hişbirê, berpirsyar in û got: “Divê saziyên edlî û îdarî li dijî bikaranîna hişbirê xebatên hişyariyê bikin. Lê em dinêrin ku ev xebatên hişyariyê baş nayên kirin û em ji agahiyên nûçeyan dişopînin ku li ber deriyê dibistan û saziyên tenduristiyê jî, bazirganiya van madeyan tê kirin.”   ‘CEZAYÊN PÊŞGIR ŞERT IN’   Ozdemîr da zanîn ku divê di pêvajoya darizandinê de tevdîrên tenduristiyê û xebatên rehabîlîtasyonê jî bên meşandin û got: “Divê cezakirinên ku karibin pêşî bi bikaranîn û bazirganiya hişbirê bibirin werin pêkanîn. Lê em dibînin ku cezayên tên dayîn jî, pêvajoya cezakirinê jî nikarin pêşî bi bikaranînê bigirin.” Ozdemîr bi bîr xist ku zarokên 12 salî jî dikarin xwe bigihînin madeyên hişbirê û got: “Ev agahiyên me parve kirine agahiyên şênber in û ji van gelektir jî di dosyeyên edliyeyê de hene. Em pê dizanin ku kesên van sûcan dikin ji xwe re parêzeran digirin û hejmara van kesan jî gelek zêde ye. Divê xebatên di çarçoveya madeya 58’emîn a Destûra Bingehîn werin pêkanîn. Em ê rapora xwe bidin Lijneya Bilind a Têkoşîna Dijî Hişbirê (BMYK) û dê daxwaza zêdekirina tevbîran bikin.