Li welatiyê ku xwest biçe nav erdê xwe cezayê hepsê hat birîn! 2023-09-20 09:56:14   MÊRDÎN - Ramazan Cirik ê erdê wî di navbera poligona aîdî Midûriyeta Tîmên Taybet a Mêrdînê de dimîne xwest biçe nav erdê xwe lê bi îdiaya “gefê” 18 roj cezayê hepsê lê hat birîn.    Ramazan Cirik ê li taxa Misûriyê ya bi ser navçeya Artûklûya Mêrdînê ve nikare biçe nav erdên xwe ku ji bav û kalên wî man e. Sedema vê jî ew e ku erdên xezîneyê yên li der û dorê dewrî qada poligona aydî Midûriyeta Tîmên Taybet hatiye kirin. Cirik her cara ku dixwaze biçe nav erdê xwe lê çûna wî tê astengkirin. Cirik ji ber ku nikare biçe nav zeviyên xwe bi Midûrê Tîmên Taybet ê Mêrdînê yê berê R.D. re nîqaş dike û li ser gilîkirina vî midûrî doz li Cirik tê vekirin. Li ser vê gilîkirinê 18 roj cezayê hepsê li Cirik hat birîn.    ERDÊ WÎ DI NAVBERA TÎMÊN TAYBET DA MA    Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; eraziyên xezîneyê yên der û dora eraziyê Cirik di sala 2006’an de bi armanca “temînkirina ewlehiya polîgona guleberdanê” ji bo Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê tê tahsîskirin. Piştî vê tahsîskirinê eraziyê malbata Cirik di nav vê qada polîgonê de dimîne. Malek dîrokî ya malbatê jî di nav vî erdê wan ku hatiye dorpêçkirin de maye. Her çiqas demek malbat li vir mabe jî lê niha çûna wan a nav wî erdî û malê qedexe ye.    NIKARE BIÇE NAV ZEVIYÊ XWE    Malbat Cirik ji ber ku nikare biçe nav erdên xwe têkildarî mijara navborî rewşê veguhezand dadgehê. Doz hê didomiya Ramazan Cirik ê xwest biçe nav erdê xwe her car hat astengkirin. Cirik di 4’ê mijdara 2022’yan de ji bo destûra çûna nav erdê xwe hewl da bi Midûrê Tîmên Taybet R.D. re hevdîtin bike. Di hevdîtinê de nîqaş derketiye û li ser vê yekê R.D. der barê Cirik de bi îdiaya ku “gef lê hatiye xwarin” gilî kir. Li ser gilîkirinê doz hat vekirin û doz li 1’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Mêrdînê hat lidarxistin. Di dozê de beyanên R.D. û şahidiya polîsekî esas hat girtin û 18 roj cezayê hepsê li Cirik hat birîn.   ‘BAX Û BOSTANÊN ME HIŞK BÛN’    Ramazan Cirik ku tiştên bi serê wî de hatin vegot û diyar kir ku ji ber Midûriyeta Tîmên Taybet salek e ew û malbata xwe perîşan bûne û got: “Em nikarin biçin nav baxçeyê xwe. Bêxwedî maye. Darên me hişk bûne. Mêwên me hişk bûn. Ez çûm cem midûr min got ji bo xatirê xwedê. Midûr got, ‘Xwedî li ku heye?’ Darên me zeytûnan tenê mane. Em nikarin zeytûnan jî berhev bikin. Ew bax û bostanên me têra 6 malbatan dikir. Îro ez nikarim bi meaşê teqawîdiyê xwe xwedî bikim. Gelo em çi bikin, em biçin parsekiyê bikin, em biçin diziye bikin?”    ‘HEYWANÊN ME KUŞTIN’    Cirik bang li Serokkomar Erdogan û rayedaran kir û xwest rê li ber çûna wî ya nav bax û bostanan wî bê vekirin û got: “Midûrê tîmên taybet berî min dide, nahêle ez biçim nav baxçeyê xwe. Gelo sûcê min çi ye? Heywanên me ji aliyê tîmên taybet ve hatin kuştin. Baxçeyên me hatin şewitandin. Her cara ku ez dixwazim biçim nav erdê xwe bi heqareta polîsan re rû bi rû dimînim. Min gelek hewl da lê min tu tiştek bi dest nexist.”    MA / Ahmet Kanbal