Girtiyê ji sedî 94 astengdar nayê berdan: Dibêjin bila di girtîgehê de bimire! 2023-09-20 09:23:15   RIHA - Ahmet Guler ê diyar kir ku birayê wî Emîn Guler ji sedî 94 astengdar e, lê dîsa jî nayê berdan, bi lêv kir ku birayê wî di girtîgehê de baş nabe û got: "Dibêjin bila di girtîgehê de bimire."    Girtiyê nexweş Emîn Guler (32) ji sedî 94 astengdar e û dest û lingê wî yên rastê jî felç bûne. Guler ku niha di Girtîgeha Rihayê ya Tipa T Hejmar 2'an de ye, di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de ye. Tevî hemû serlêdanan jî nayê berdan. Guler di 16'ê kanûna 2016'an de li navçeya Hewagê a Rihayê hatiye girtin û bi hinceta "endamtiya rêxistinê' 9 sal cezayê girtîgehê li wî hatiye birîn. Guler ku cezayê wî di 8'ê mijdara 2018'an de ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, nikare di şert û mercên girtîgehê de pêdiviyên xwe bi tena serê xwe dabîn bike û nexweşiyên wekî Vertîgo û nexweşiya mejîpiştê jî li wî pêyda bûne.    Guler ku li girtîgehê baş nayê dermankirin, serlêdanên ji bo berdana wî bê bersiv hatin hiştin. Herî dawî Guler sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê hat kirin. Lê belê ATK'ê rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" da wî biryar da ku divê sewqî girtîgehên Tîpa R'yê bê kirin.    Parêzera Guler û endama OHD a Şaxa Rihayê Ayşe Şehrîban Demîrel tekildarî biryara ATK'ê bi lêv kir ku girtîgehên Tipa R ji bo girtiyên nexweş ne ewle ne û divê Guler bê berdan. Birayê Guler Ahmet Guler jî diyar ki ku birayê wî her diçe di girtîgehê de bêtir nexweş dikeve û ji bo dermankirineke baş xwest birayê wî bê berdan.    'DIVÊ EMÎN GULER BÊ BERDAN'   Parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel diyar kir ku mafê muwekîlê wê Emîn Guler ê dermankirinê tê binpêkirin û got ku ji ber nedermankirinê nexweşiyên Guler zêde bûne. Demîrel anî ziman ku ji serîlêdanên xwe yên li dadgehên herêmî yên ji bo tedawiya Guler li derve bê kirin jî encamek bi dest nexistine û wiha got: “Guler li gelek saziyan di lîsteya girtiyên nexweş de ye. Me der barê muwekîlê xwe de serî li ATK'ê da. ATK’ê çend meh berê der barê Guler de raporek amade kir û di raporê de hat gotin ku divê Guler sewqî girtîgehên Tîpa R’yê bê kirin. Lê belê girtîgehên Tîpa R ji bo şert û mercên girtiyên nexweş ne guncaw in. Ji ber ku nexweşiyên wan hîn zêdetir dibin. Divê girtiyên nexweş ên wekî Emîn Guler demildest bên berdan. Piştî ku serîlêdanên me yên li dadgehên herêmî yên der barê Emîn Guler de hatin redkirin, 6 meh berê me serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da, lê heta niha me tu bersiv negirtiye."   'CUDAKARIYA LI DIJÎ GIRTIYÊN SIYASÎ'   Demîrel anî ziman ku Guler ji ber nexweşiya xwe divê her roj di warê fizîkî de bê tedawîkirin, lê ji ber ku sewqî nexweşxaneyê nayê kirin ev maf hatiye binpêkirin. Demîrel bal kişand cihêkariya li girtîgehê ya li dijî girtiyên siyasî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Girtiyên nexweş ji aliyekî bi nexweşiyên xwe re têdikoşin, ji aliyê din ve jî ji ber ku girtiyên siyasî ne rastî cihêkariyê tên. Di nav van de ya sereke biryarên cihêkar ên Lijneyên Çavdêriyê yên Îdarî yên wekî astengkirina axaftina li ser telefon a bi dîmên, qedexeyên ragihandinê, negihîştina wêşanên çapemeniyê û sewqkirina nexweşxanê yan. Sewqkirina nexweşxaneyê yan dereng tê kirin yan jî qet nayê kirin. Di dema sewqkirina nexweşxaneyê de girtî di dema sewqê de rastî heqeret û lêgerîna keyfî tên."   'SEWQÎ NEXWEŞXANEYÊ NAYÊ KIRIN'   Demîrel anî ziman ku şert û mercên nexweşiya Emîn Guler ji bo revîra girtîgehê ne guncaw e û divê li nexweşxaneyê bê dermankirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke tedawiya Emîn Guler a rûtîn neyê kirin dê astengdariya wî hîn zêdetir bibe. Emîn Guler hema her roj neçar dimîne ku biçe revîrê. Şert û mercên revîra girtîgehê têra hewcedariyên girtiyên nexweş nake, lewma bijîşkê revîre gelek caran biryara sewqkirinê ya ji  bo nexweşxaneyê dide. Lê belê, şandina nexweşxaneyê dibe ku çend mehan bidome. Ji ber vê sedemê dermankirinên pêwîst nayên kirin. Raporek Odeya Tabîban jî heye ku dibêje girtiyên wek Emîn Guler ên bi nexweşiya giran li girtîgehan li gorî pîvanên tenduristiyê nayên dermankirin û şert û mercên dermankirinê ne guncaw in."   'BINPÊKIRINÊN MAFÊN MIROVAN E'   Demîrel diyar kir ku neberdana girtiyên nexweşên giran ku ji sedî 94 astengdar in binpêkirina mafên mirovan e û ev tişt anîn ziman: "Li gorî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û peymanên navneteweyî divê girtiyên wekî Emîn Guler ên bi nexweşiya giran an li malê an jî li nexweşxaneyê bên dermankirin. Lê li Tirkiyeyê gelek nexweşên giran ne li nexweşxaneyan û ne jî li malê nayên dermankirin û serîlêdanên ji bo vê jî tên redkirin. Ev yek dibe sedema binpêkirina mafan. Ji ber van binpêkirinan gelek girtiyên nexweş di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dan. Tevî ku me diyar kir ku ev metirsiyek cidî ye jî, me nekarî encameke bi dest bixe."   'BIRAYÊ MIN NIKARÊ DI GIRTÎGEHÊ DE BAŞ BIBE'   Birayê Guler Ahmet Guler jî der barê rewşa nexweşiya birayê xwe de bi lêv kir ku birayê wî dema hê nehatibû girtin tedawiya fîzîke dîtiye lê piştî ku hatiye girtin ev tedawiya wî jî nehatiye kirin û wiha pê dê çû: "Ling û destê wî felc in. Ji ber ku di girtîgehê de nehat derman kirin nexweşiyên din ên wekî vertîgo jî lê peyda bûn. Birayê min nikare di girtîgehê de baş bibe. Divê bê berdan lê bernedin. Dibêjin bila di girtîgehê de jiyana xwe ji dest bide. Her wiha di girtîgehê de jî rastî lêgerîna bi keyfî yên cendermeyan û binpêkirinên mafan tê. Ji ber legerîna keyfî car caran ev jî naxwazin biçin nexweşxanê.  Rewşa birayê min nebaş e. Astengdar e. Bi tenê serê xwe nikare pêdiviyên xwe dabîn bike, bi alîkariya hevalên girtîgehê pêdiviyên xwe dabîn dike."   MA / Mahmût Altintaş