Danişîna doza Dêrikê hate taloqkirin 2023-09-19 16:28:01   MÊRDÎN - Danişîna doza qezaya TIR’ê ya li Dêrikê ku 21 kesan jiyana xwe ji dest dabûn hate lidarxistin. Biryara domandina rewşa girtî ya bersûc hate dayîn û danişîn hate taloqkirin.    Di 20’ê tebaxa 2020’an de li navçeya Dêrik a Mêrdînê du qezayên TIR’an çêbûbûn û 21 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Danişîna doza qezayê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hate lidarxistin. Ajokar Yûnûs Şatafli ku girtî ye, bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû lê Umut Gunduz ê di danişîna berê de hatibû berdan tev li danişînê nebû. Xwediyên fîrmaya TIR’ên behsê xeberê Kerem G., Mehmet A. û Kerevan Mesût G. ku negirtî tên darizandin tev li danişînê nebûn. Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dayîn û  parêzer di danişînê de amade bûn.    Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Di danişînê de ji ewil parêzer axivîn û gotin ku ji bersûcan Umut Gunduz ji danişînan nehatiye verastekirin lewma divê di danişînan de amade be. Parêzeran, diyar kirin ku îxtîmala reva bersûc heye lewma xwestin bersûc girtî were darizandin.    Bersûcê girtî Yûnûs Şatafli jî xwest ku bi awayekî negirtî were darizandin û ji ber bûyera qewimî wijdana wî diêşe. Parêzerên bersûc jî destnîşan kirin ku her du bersûcên di dozê de tên darizandin bi tena serê xwe berpirsyarên karesatê nînin, divê kesên berpirsyariya wan di qezayê de heye bên tespîtkirin û berpirsyarên rasteqîn bên dîtin.    Şandeya dadgehê, biryar da ku rewşa girtî ya bersûc bidome, ji bo temamkirina kêmaniyên di dosyayê de ji yekîneyên eleqeder re muzekkere were nivîsandin, daxwaza girtina bersûcên negirtî tên darizandin red kir, daxwaza varesteya ji danişînan a bersûcê negirtî tê darizandin qebûl kir. Şandeya dadgehê, bi sedema ku di navbera raporên kesên pispor de nakokî hene, ji bo jiholêrakirina van nakokiyan xwest dosya ji Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê re were şandin.    Dadgehê, danişîna dozê taloqî 5’ê kanûnê kir.