Doza îşkenceya li zarok hatiye kirin sibe tê lidarxistin 2023-09-19 15:16:20   AMED - Derheqê 5 polîsên li Liceyê îşkence li zarokê 14 salî Y.D. kiribûn de doz hatibû vekirin. Danişîna dozê sibe tê lidarxistin. Parêzer Mehdî Ozdemîr got ku divê bersûc bên cezakirin.    Zarokê 14 salî Y.D. di 21’ê adarê de li navçeya Lice ya Amedê ji hêla polîsan ve hatibû revandin û îşkencekirin. Derheqê bûyerê de lêpirsîn hatibû destpêkirin û ji 5 polîsên hatin binçavkirin 3 jê hatibûn girtin. Piştî îtîraza parêzerên polîsan, her 3 polîs jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.    Danişîna ewil a doza bi sedema “Kes ji azadiya xwe bêpar hiştin” hatiye vekirin dê sibe li Dadgeha Cezayên Giştî ya Liceyê bê lidarxistin. Parêzerê malbatê û Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr banga tevlibûna dozê kir.    ‘FAÎL NAYÊN CEZAKIRIN’   Ozdemîr, diyar kir ku îşkenceya li dijî Y.D. hatiye tespîtkirin û wiha got: “Lê di îdianameyê de cih nedane sûcê îşkenceyê. Li gorî peymanên navneteweyî ku Tirkiyeyê jî îmze kiriye, îşkence qedexe ye. Tevî vê yekê jî polîtîkaya necezakirinê di meriyetê de ye. Ev rewş jî rê li ber binpêkirinên mafên mirovan ên giran vedike. Hewl didin bi polîtîkaya necezakirinê van faîlan bêsûc nîşan bidin.”    Ozdemîr, axaftina xwe wiha qedand: “Bi awayekî derhiqûqî hatiye girtin, bi awayekî sîstematîk çêr û heqaret lê hatine kirin û îşkenceya fîzîkî li miwekîlê min hatiye kirin. Divê faîll di çarçoveya sûcê îşkenceyê de bên darizandin. Lê di îdianameyê de tenê sûcê ‘kes ji azadiya xwe bêpar hiştine’ heye. Sûcên tundî, gefxwarin û îşkenceyê de tê de nînin. Faîl, hêzên ewlekariyê ne û serî li polîtîkaya necezakirinê didin. Divê ev kes bi sûcê ‘îşkenceyê’ bên darizandin. Em ê heta dawiya rewşa hiqûqî bişopînin.”