Akdemîr ê ji girtîhê derket: Em ê ji bo azadiyê bêhtir têbikoşin 2023-09-19 13:07:46   ÎZMÎR - Diyadîn Akdemîr ê piştî 18 salan ji girtîgehê derketî ev tişt got: “Ji bo azadiya Rêbertî û gelê xwe em ê bêhtir têbikoşin.”   Dîyadîn Akdemîr (50) ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kiriklara Îzmîrê dihat ragirtin, cezayê xwe yê 18 salan temam kir û hate berdan. Akdemîr, di sala 2005’an de bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê”, “Bi xwe re teqemenî gerandiye” û “Di belgeyên fermî de sextekarî kiriye” hate girtin. Akdemîr ê 22 sal û 6 meh ceza lê hatibû birin, şandin girtîgehên Tekîrdag û Kandirayê û piştre jî sirgûnî Kiriklarê hate kirin. Tevî ku cezayê Akdemîr temam bûbû jî ji ber ferzkirina “poşmantiyê” ya Desteya Rêveberî û Çavdêriyê berdana wî 6 mehan hate taloqkirin.   Akdemîr, li pêşiya girtîgehê ji hêla malbata xwe û rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAY-DER), Hevserokên HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan ve hate pêşwazîkirin. Akdemîr ê bi çepikan hate pêşwazîkirin, hestên xwe wiha vegot: "Ji girtîgehê derketim lê belê nikarim tiştên hîs dikim bînim ziman. Min hevalên xwe li pey xwe hiştin. Xemgîniya wê dijîm. Em ê ji bo azadiya Rêbertî û gelê xwe, bêhtir têbikoşin."    Akdemîr, piştre bi malbata xwe re ber bi bajarê xwe Amedê ve kete rê.