Zanyarê kurd Apê Mûsa dê li cihê hat qetilkirin bê bîranîn 2023-09-19 12:24:27   AMED - Zanyarê kurd Apê Mûsa li taxa Cûmhûriyetê ya Amedê ku lê hate qetilkirin û li gundê Sitîlîlê yê navçeya Nisêbînê ku gora wî lê ye bê bîranîn.    Zanyarê kurd, rojnamevan, nivîskar Apê Mûsa yê di 20’ê îlona 1992’yan de ji aliyê JÎTEM’ê ve li taxa Cûmhûriyetê ya Amedê ya lê hate qetilkirin û li gundê Sitîlîlê yê navçeya Nisêbînê ku gora wî lê ye bê bîranîn.   Bîranîn a ji aliyê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) ve bê lidarxistin dê ewilî li kolana 442’yemîn a taxa Cûmhûriyet a semta Seyrantepeyê saet di 11.00’an de bê lidarxistin. Bîranîna duyemîn jî dê li gundê Sitîlîlê yê girêdayî navçeya Nisêbînê saet di 16.00’an de li ser gora Apê Mûsa bê lidarxistin.    Tê payîn ku dê gelek rojnamevan û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî tev li bîranînê bibin.