Li du bajaran 12 kes hatin binçavkirin 2023-09-19 11:42:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Di serdegirtinên malan ên li Colemêrg û Antalyayê de herî kêm 12 kes hatin binçavkirin.     Li navenda Colemêrgê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Hat zanîn ku herî kêm 10 kes bi îdiaya "Endamtiya rêxisinê" û "Propagandaya rêxistinê" hatine binçavkirin. Polîsan kesên binçav kirine birin Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê. Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: "Bûrak Ecer, Şukran Ozek, Zubeyîr Akgul, Salîh Yakin, Arîf Dûman, Cevher Erbaş, Rojhat Safali, Abdullah Firtina, Mehmet Demîr û Omer Mete.    ANTALYA   Li Antalyayê polîsan di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û 2 kesên navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. Kesên sedema binçavkirina wan nehate zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Bajêr.