Danişîna rojnameger Kaya hat taloqkirin 2023-09-19 11:30:40   AGIRÎ - Danişîna doza nûçegihanê DÎHA’yê ku bi KHK’ê hatibû girtin, Abdullah Kaya hate taloqkirin.    Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin. Derheqê nûçegihanê DÎHA’yê Abdullah Kaya de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “alîkarî daye rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Agiriyê hate lidarxistin. Kaya, di danişînê de amade bû û diyar kir ku ji ber xebatên rojnamegeriyê tê darizandin û xwest ku ekîbmanên wî yên hatine desteserkirin lê werin vegerandin. Kaya, ev tişt anî ziman: “Dadgehê di 20’ê cotmeha 2020’an de biryar da ku ekîbmanên min li min werin vegerandin lê hêj nehatine dayîn. Tiştên di emaneta dewletê de çawa winda dibin? Tevî ku min gilî kiriye jî hêj pêşketinek çênebûye.”    Serokê dadgehê jî diyar kir ku lêkolîna ji bo dîtina amûrên Kaya didome û bi sedema kêmasiyên di dosyayê de, doz taloqî 2’yê mijdarê kir.